Dîwana Wêjeyê ji bo jinên ciwan komxebatekê li dar dixe 2023-08-18 09:51:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Dîwana Wêjeyê komxebateke wêjeyî ji bo jinên ciwan daye destpêkirin. 11 jinên ciwanên kurd û ereb di komxebatê de cih digirin û hînî nivîskariyê dibin.   Salane Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Hefteya Hunerî’ li dar dixe. Di hefteya hunerî ya 2022`yan de ji aliyê nivîskarên hazir ve biryara pêkanîna ‘Komxebata Geşkirina Behremendiya Wêjeyî ya Jinên Ciwan’ hatibû dayîn.   Îsal jî di 15`ê Tîrmehê de komxebat bi tevlêbûna 11 jinên ji pêkhateyên kurd û ereb ên ji herêma Cizîrê dest pê kir. Hefteyê 2 caran jinên ciwan li Qamişloyê kom dibin û ji aliyê mamosteyên pirspor ve fêrî huner û şêwazên nivîsê dibin.   Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Narîman Evdikê ji ajansa ANHA'yê re axivî û da zanîn ku ew ji bo piştgiriya jinên ciwan ên dixwazin derbasî qada nivîsê bibin, vê komxebatê li dar dixin û got: “Ders bi kurdî û erebî ne, me xwest şert û mercên nivîsê bi zelalî bi wan re parve bikin.”   Li gel Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nivîs û pirtûkên jinan bi awayekî cuda tên nirxandin. Narîman Evdikê der barê wê de got: “Ji ber hestên jinan ên nazik, pênûsa wan jî cuda ye; herî zêde jî ev di wêjeyê de diyar dibe.”