‘Bi mîhrîcanan bîrdoziya xwe belav dikin' 2023-08-16 09:07:28   Rozerin Gültekin    STENBOL - Rêvebera KASED’ê Salîha Ayata, diyar kir ku desthilatdarî bi polîtîka şerê taybet hewl dide çanda kurd tune bike û da zanîn ku bi mîhrîcanan bîrdoziya xwe belav dikin. Salîha, da zanîn ku dê li dijî polîtîkayên şer çanda xwe diparêzin.   Hikûmet AKP-MHP’ê polîtîkayên şerê taybet roj bi roj girantir dike û yek ji hedefa esas a polîtîkayên şer, tûnekirina çandê ye û asîmîekirina çanda kurd e.  Çandê hedef digirin û bi vê armanc dikin bi komkujiya fîzîkî ya çandî jî pêk bînin.    Rêvebera Komeleya Wêje, Çand û Hunerê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata, polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember çanda kurd nirxand.   ‘Hûn nikarin gelekî bi kuştinê tûne bikin’   Salîhayê daxuyakirin ku gelek bandorên ku nasnameya mirov ava dikin hene û yek ji van jî faktora çand, ziman û hunerê ye. Salîhayê wiha daxuyand: “Çand mirovan heyî dike li ser piyan digire. Di avabûna çandê de ziman rolek mezin dilîze. Ziman çandê mezin dike. Huner jî çandê bi gel re tîne cem hev. Li Rojhilata Navîn em li çand û hunera kurdan binêrin tabloyek trajik dertê holê. Kurd bi salane tevî hemû zor û zehmetiyan çanda xwe hunera xwe parastine. Kurdan ji bo vê têkoşînek mezin daye. Hûn dikarin gelekî bi kuştinê tune bikin. Lê bi qedexekirina çand, huner û ziman hun dikarin asîmîle bikin. Nasnameyek bê çand û huner nikare bijî. Li dijî vê kurd zimanê xwe didin jiyîn.”   ‘Çand û ziman ji destê me biçe tiştek namîne’   Salîhayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qedexekirina mîhrîcan, konseran pirsgirsêkek rojeviye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewlet li dijî hunera muxalîf konsepteke cuda pêk tîne. Naxwazin hunermend hunera xwe bigihînin gel. Ji ber vê konsepta qedexekirinê pêk tînin. Hunermendan  dixin. Konser û şanoyan qedexe dikin. Ev tiştên tên jiyîn bêtehemuliya li hember çanda kurd e. Di serî de NÇM li ser hemû saziyan zextê dikin. Lê gelê me hunermendên me hezkiriyên çanda kurd her tim li dijî vê seknek zelal nîşandane. Ger ku çand û ziman ji destê me biçe tiştek namîne.”   ‘Dixwazin dejenarasyonê kûr bikin’   Salîhayê daxuyakirin ku di bin navê ‘mafê her kesî heye kêfê bike’ civakê ji rê derdixin û vê jî li Kurdistanê bi hevkariya mîhrîcanan pêk bînin û got: “Dewlet dixwaze çanda kurd tune bike. Ji bo vê jî hewl dide alternatîfên din biafirîne. Sala borî mîhrîcana Sûrê pêk anîn. Îsal jî mîhrîcanek li Erganiyê pêk anîn. Bi awayekî sembolik çend hunermendên kurd û hunermendên ji çanda populer le xizmetê dikin tînin. Ev konser li Bazid, Cizîr, Sîlopî, Gever, Serhet û Amedê tên kirin. Dixwazin dejenerasyonê kûr bikin.”   ‘Em ê li dijî êrişan çanda xwe biparêzin’   Salîhayê wiha dawî lê anî: “Di alî xwedîderketin li çanda xwe refleks qesl dimînin. Mîhrîcan li Amedê pêk hat ji bajarên derdor, dibistan û saziyan bi wesayîtan mirov anîn. Mîhrîcan li Sûrê pêk hat tu eleqeya wê bi çanda kurd tûnebû. Bi sirûda mehtere dest bi mîhrîcanê kirin. Divê em li dijî van êrişan çanda xwe biparêzin.”