'Jinên kurd dest bidin hevdu tu kes nikare pêşiya wan bigire' 2023-08-15 09:03:34   AMED - Hevseroka Komeleya Wejekarên Kurd Fatma Taşli Tunç derbarê rola jinê ya di wêjeya kurdî de şîroveyên xwe anî ziman û wiha got:” Jinên kurd dest bidin hevdu tu kes nikare pêşiya wan bigire. Ez hêvî dikim ku ev devê sindoqa jinê wê bê vekirin û bi ziman, wêje û çanda xwe wê binivisînin û bijîn.”   Wêje û çanda kurdî di dîroka xwe de gelek qedexeyan vedişêrê. Wêjekar û hunermendên kurd girtin û qedexekirina desthilatdariyên cûr bi cûr re rû bir û mane û dimînin jî. Her wiha jinên kurd jî hem li hember qedexekirina desthilatdaran û hem jî li hemberî hişmendiya baviksalarî li berxwe didin û dev ji pênûsa xwe bernadin. Hevseroka Komeleya Wejekarên Kurd Fatma Taşli Tunç derbarê mijarê  de nirxandinên xwe anî ziman.   Feyz ji malbata xwe girtiye   Hevseroka Komeleya Wêjekarên kurd Fatma Taşli Tunç diyar kir ku bi malbatek ji wêjeyê ne dûr mezin bûye û destnîşan kir ku wê feyz ji malbata xwe girtiye. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Malbata min bi wêjeyê re gelek eleqedar e. Em niha jî heya sitranek bi dengbêjî venekin li ser taştê rûnanin. Me ji xwe re kiriyê wek çandekê. Ez di nava malbateke kurdewarî û bi wêjeyê eleqedar de mezin bûm.”   'Dîroka wêjeyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn û qedîm e'   Fatmayê destnîşan kir ku wêjeya kurdî beriya Îslamê bi devkî dest pê kiriyê. Fatmayê daxuyand ku wêjeya kurdî ya nivîskî pîştî avakirina mîrektiyan derdikeve holê û wiha dom kir: “ Wêje di Rojhilata Navîn de bi derketina holê ya ola îslamê bi erebî tê nivîsandin. Hemwelatiyên di Rojhilata Navîn de yên kurdan, faris, pakîstanî, efgan û tirkmen berhemên xwe yên wêjeyî bi zaravên erebî nivîsandine. Derketina peyva ‘wêje’ bi alimê kurdan Şêx Mehmûdê Berzencî re hatiye binavkirin. Binavkirina ‘wêjeyê’ ji gotina ‘wîtinê’tê, wîtin di zaravayê Soranî de tê wateya ‘gotinên nazik û lihevhatî’. Dîroka wêjeyê bi qasî dîroka mirovahiyê kevn û qedîm e. Ji ber vê yekê jî wêje ji bo min gelek bi qîmet e.”   Kurd li hemberî qedexeyan dev jî nivîsandinê bernadin   Fatmayê anî ziman ku wêje û zimanê kurdî hatiye qedexekirin û heta axaftina di nav malbatê jî hatiye qedexekirin. Fatmayê got ku di cihê kurdan de kîjan nîjad hebûya ji ber van qedexekirinan wê tune bibûya û wiha bi lêv kir: “ Lê belê kurdan tu carî dev ji xwe bernedaye, dema ku li vir hatiye qedexekirin, li derveyî welat hatiye dewamkirin. Rojname, pirtûk hatine derxistin, helbest hatine nivîsandin.”   ‘Jin li dijî hişmendiya baviksalarî serî radikin’   Fatmayê bal kişand ser rola jinê ya di nav wêjeya kurdî de û da nîşandan ku li welatên lawaz û nepêşketî mafên jinan tên binpêkirin û wiha pê de çû: "Lê belê li welatên ku xwe pêş xistine jin pêşketî û azad e. Desthilatdarî û hişmendiya baviksalarî her çiqas mafê jinan binpê dike jî jinên kurd tu carî serî danaynin û tim serî rakiriye. Ji ber vê yekê jî em dikarin bêjîn ku jinên kurd bi her awayî mora xwe li cîhanê xistine. Berê odeyên gundan hebûn û tê de sitran dihat gotin. Jin nediçûn wan odeyan û li derveyî odeyê sitran digotin. Mafê jinan ên gotina stranan dihatin astengkirin. Jin di wê demê lawaz bûn, lê belê jina niha hem li aliyê wêjeyê, hem jî ji aliyê rêxistinê de xwe pêş xistiye. Jinên kurd dest bidin hevdu tu kes nikare pêşiya wan bigire. Her wiha niha jî qedexe li ser çand û hunera kurdî tê kirin. Gelek hunermend û rojnamevanên me bê sûc û sebeb di girtîgehê de ne. Vî tiştî tevahiya cîhanê dizane, lê belê dema ku mijar dibe kurd tevî cîhan bêdeng dimîne."   ‘Divê jin wek çem biherike’   Fatmayê da zanîn ku divê jin beriya her tiştî bi zimanê xwe pênûsa xwe xurtir bikin û qaweta xwe bizanibin û di dawiya axaftina xwe de wiha got: “ Dema ku jin ji malê derbikevin û bibêjin ‘ez li vir im’, kes nikare pêşiya jinê bigire. Divê jin wek çem biherike. Ji ber şermbûnê û nêzîkbûna malbatan nikarin gavê biavêjin. Dema ku bavêjin, bi hezaran berhem, sitran û helbest wê derbikevin holê. Ez hêvî dikim ku ev devê sindoqa jinê wê bê vekirin û bi ziman, wêje û çanda xwe wê binivisînin û bijîn”