Pêşangeha berhemên jinên astengdar 2023-08-06 15:21:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kobanê bi dirûşmeya "Bi îradeyê astengî tune ye" pêşangeha berhemên jinên astengdar hat vekirin.   Bi dirûşma "Bi îradeyê astengî tune ye" li Kobanê pêşangeha berhemen jinên astengdar hat vekirin. Pêşengeh ji aliyê Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê ve li Saziya Astengdariyê hat vekirin.   Di pêşangehê de cil û bergên ku ji aliyê bi dehan jin û zarokên astengdar ve hatine dirûtin û karên destan, hatin pêşandan.   Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Kar û Barên Civakî Emîra Elî di pêşangehê de axivî û bal kişand ser projeyên ku ji bo jinên astengdar ên li herêmê vekirine. Emîra anî ziman ku wan di hezîrana 2022'yan de ji bo jinên astendar dest bi projeya terzîxaneyê kiriye û berhemên wê projeyê di vê pêşangehê de tên nîşandan.   Pêşangeh tenê rojekê dewam dike.