Mîhrîcana Munzurê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dest pê kir 2023-08-03 15:41:42       DÊRSIM - Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû di starta  21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê de axivî û wiha got: “Me ev feraseta qedexeker parçe kir û em hatin van rojan. Em ji îro şûnde jî qebûl nekin."    Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê ku ji salên 1990’î de li dijî şewitandin, xerakirinên gundên Dêrsimê û zext û Rewşa Awarte (OHAL) hatine destpêkirin, îsal jî hate lidarxistin. Starta 21'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê bi dirûşma “Em li dijî talana kanegeriyê, xwezayê û jiyanê diparêzin” li Qada Seyîd Riza hate dayîn. Saziyên elewiyan, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li destpêkirina mîhrîcana ku dê 4 rojan dom bike, bûn.    Di axaftina dayîna startê de Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû axivî û destnîşan kir ku wan ji ber sedemên dijî demokrasiye, nekarîn 4 mihrîcanên ku ev 25 sal in tên lidarxistin, pêk bînin û wiha got: “Çi dibe bila bibe em ê mihrîcana ku bûye perçeyeke Dêrsimê bidomînin. Tevî qedexeyan hûn ji welatên cuda yên cîhanê hatin û we em serfiraz kirin. Bi xêr hatin. Kêmasiyên me hene lê em dixwazin bi sekna rast, em vê mihrîcanê li gorî ruhê wê, pêk bînin. Mîhrîcan dê 4 rojan bidome û dê panel, konser û geşt bên lidarxistin."   Piştre jî Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordû li ser dîroka mihrîcanê sekinî û destnîşan kir ku ew parçekirina qedexeyan heta roja îro hatine û wiha domand: "Mihrîcan ji bo çanda xwe li ser Rêya Heq vegotinê girîng û binirx in. Em bi parçekirina qedexeyan heta van rojan hatin. Em vê feraseta qedexeker nas nakin. Ez bang li walîtiyê dikim; we 15 rojan qedexe îlan kir. Hûn tim vê yekê dikin. Bi feraseta qedexeker re hûn ê nekarin ‘aramiyê’ ava bikin.”   Ayten, bi bîr xist ku îro salvegera “Qirkirina Êizdiyan” e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê êzidî rastî fermana 74’emîn a DAIŞ'ê û feraseta yekperest hat. Jin û zarokên êzidî dîl hatin girtin. Em ê têkoşîna xwe ya têkildarî vê yekê bidomînin. Em feraseta DAIŞ’ê ji Komkujiya Dêrsimê dizanin, ji jinên Dêrsimê yên winda dizanin. Yên ku jinên êzidî herî baş fam dikin jî weke jinên elewî em in.”   Ayten bal kişand ser Doza Kobanê û bertek nîşanî daxwaza tevlibûna dozê ya Diyanetê da û wiha axivî: "Ev encama feraseta yekperestî û faşîzmê ye. Kurd jî şoreşger jî rûmeta van axan in. Dêrsim ne tenê bajarek e. Rûmeta têkoşînê ye û ev têkoşîn dê bidome.”   Piştî daxuyaniyê, beşdaran dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.    Piştre jî Koma Govendê ya Şaredariya Dêrsimê xelekên govendê gerand û mîhrîcan dest pê kir.   3'yê Tebaxê    * Bi navê "Ji bûyerên xwezayî ber bi kerasetê ve: Deprem!" panelek bê lidarxistin. (17.30)   * Li Sûka Binerdê wê pêşangeha wêneyan bên vekirin. (19.00)   * Li Qada Seyîd Riza lîstîka Varvara-Simsime bê lîstîk (19.00)   * Erdal Erzîncan, Koma Yorum, Metîn-Kemal Kahraman, Ulaş Delî, Musa Bakî, Mengene, Hakely feat. Ensenble Cubafonica (Koma Muzîkê ya Cuba) dê konserê bidin. (19.00)   * Li Sûka Binerdê wê belgefîlma “Domane 38” bê nîşandan. (21.00-22.00)   4'ê Têbaxê    * Li Kolana Hunerê bi navê "Pêşketinên Siyasî û Rojevî" panel bê lidarxistin.(13.00)   * Li Kolana Hunerê "Ber be ber kilamê Kirmanciye" guhdariya muzîkê bê kirin (17.00)   * Li Qada Seyît Riza lîstîka "Karmend" a Koma Şanoyê ya Şaredariya Dêrsimê bê lîstin. (18.45)   * Konsera Koma Îsyan Ateşi û Pinar Aydinlar bê lidarxistin (19.30)   * Kurtefîlma derhêner Ugur Yeşîl a bi navê "Xo Vira Meke" û belgefîlma derhêner-rojnameger Huseyîn Yaşar Sezgîn a bi navê "Dest nede Dêrsimê" dê bê nîşandan. (20.00-21.30)   5'ê Têbaxê     * Li Pulurê dê serdana Qada Madenê ya Cevîzlîderê bê kirin. (11.00)   * Bi sernavê "Geşedanên siyasî, azadiya çapemenî û medyayê" dê panelek bê lidarxistin. (17.30)   * Li Qada Seyîd Riza pêşandana şanoyê (17.00- 19.00)   * Li Qada Seyît Riza ji aliyê Grup Vardiya û hunermendên herêmî vê dê konserek bê dayîn. (19.30)   * Dê li Sûka Binerdê fîlma "Zonê Ma Koti yo" bê nîşandan. (21.30-22.30)   6’ê Têbaxê     * Panela bi serenavê “Li Dêrsimê hilberîn, pirsgirêkên aboriyê û pêşniyarên çareseriyê” wê li Kolana Hunerê pêk were. (13.00)   * Jin dê li Kolana Hunerê bi mîkrofona serbest biaxivin. (15.30)   * Li Parka Mamekî wê Lîstika Zarokan bê lîstin. (19.00)   * Hasan Alî, Pervîn Çakar, Yilmaz Çelîk, Grûp Mûnzûr, Zeynep Bakşî û Apolas Lermî wê li Qada Seyît Riza konserekê bidin. (19.30)   Her wiha di çarçoveya mîhrîcanê de wê li navçeyan jî wê panel û hin aktîvîte bên lidarxistin û konser bên dayîn.