Pîrebokên Kampusê: Em ê biguherînin 2023-07-28 09:04:30   Elfazî Toral   STENBOL - Pîrebokên Kampusê di çarçoveya kampanya bi navê ‘em ê biguherin’ bi şanoya kolanê re hewl didin li gelek bajarî xwe bigihînin jinan û wiha vegot: “Em neviyên pîrebokên ku we nikaribû dawî li wan bînin. Bi hêza ku me ji wan girtiye em li vir in. Ji bo ku ji nekjî bê hêvî nemîne em dibêjin ku hêza me ya em biguherînin heye.”   Pîrebokên Kampusê ku ji jinên zanîngehê pêk tên, li amfî, zanîngeh, kolan û li her derê çalakî, bername û kampanyayên xwe li dijî zîhniyeta serdest dimeşînin. Kampanya Pîrebokên Kampusê ya bi navê ‘Em ê biguherin’ jî eleqeyek mezin dibîne.  Jİ bo jin hîn baştir dengê xwe bidin bihistin bi vê kampanyayê çîroka berxwedana jinên hatine pelçiqandin bi şanoya kolanê û gelek bernameyan derdixin pêş.Niha li Stenbol û Enqereyê bername pêk anîne û di pêvajoya pêş de wê li bajarên din jî pêk bînin.   Jinên şopa xwe hiştine…   Di çarçoveya kampanyê de karekterên tên destgirtin Lîlîth, pîrebok, Virginia Woolf, Xwişkên Mirabal, Rosa Luksemburg, Konca Kuriş, Nezihe Muhittin, Çilem Dogan, jinên di berxwedana Gezî de bi têkoşînên xwe tên zanîn û gelek jinên din cih digirin. Ji Lîlîth heta Xwişkên Mîrabal çîrokên jinan tên dest girtin.   Ji Pîrebokên Kampusê Ceren Guner û Eylul Kara der barê kampanya û têkoşîna jinê de ji JINNEWS’ê re axivîn.   Kampanya wan têkoşîna jinê vedibêje   Ji Pîrebokên Kampusê Ceren Guner diyar kir ku pêvajoyek giran li pey xwe hiştine û wiha dirêjî dayê: “Piştî vê pêvajoya dirêj jinên ciwan ketin rewşa bêhêvitiyê. Me li ser vê dema nû de me kampanya ‘em ê biguherînin’ da destpêkirin. Hêza ku biguhere û ji nû ve ava bike heye. Me xwest em têkoşîna jinên di dîrokê de bi şanoya kolanê derxin pêş.”   ‘Meşaleya têkoşînê’   Cerenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku şanoya bajar ji her alî ve eleqeyek mezin dîtiye û ev tişt diyar kir: “Hêvîdarim ev şanoya me ji bo hemû jinan bûye moral. Me hêz daye hemû kesên piştgiriyê didin têkoşîna jinê. Dema me ev şano kir me ji têkoşîna jinê hêz girt. Em bi hêza ku ji wan digirin têdikoşin. Em bi destkeftî, têkoşîn û tecrubeyên wan li vir in. Bi şanoyê em peyama meşandina têkoşînê didin. Em dengê jinan didin bihistin û xwe digihînin wan.Em ji vir şûnde li her derê dikarin kaliban hilweşînin û biguherin. Ji ber hêza me heye.”   ‘Em neviyên pîrebokên ku we nikaribû hilweşînin’   Eylul Kara jî destnîşan kir ku ew di şanoya kolanê de fîgura ‘pîrebokê’ dilîze û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em her tim dibêjin. Em neviyên pîrebokên ku we nikaribû dawî li wan bînin. Karekterê ‘pîrebok’ ku berê ji ber zanabûn û şîfa xwe dihatin qetilkirin û şewitandin, karekterekî pir girîng e. Ji ber polîtîkayên êrîşê yên desthilatdariyê pêvajoya dawî de çalakiya me di bin dorpêçê de ye. Lê tevî vê em pêk tînin. Em di dîrokê de hatin qetilkirin, tunekirin. Têkoşîn wê bidome. Me bi vê hêvî da jinan.”