ARSÎSA di serdema nû de li dijî asîmîlasyonê hîn bêhtir bi biryar e 2023-07-25 09:03:26     Rojda Aydin     WAN - Rêvebera Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya ARSÎSA, Kubra Aktî, diyar kir ku komele ji roja hatiye damezrandin heta niha xebatên xwe dimeşîne û got ku di dema nû de ji bilî qursan ew ê li taxan bi ciwan û jinan re hevdîtinê pêk bînin û ligel kursa kurdî dê kursên bi farisi jî vekin.    Êriş, qedexe û bişaftina li ser zimanê kurdî ku di her aliyê de berdewam dike. Heta niha gelek lîstikên şanogeran û konserên hûnermendan hatin betalkirin, hunermendên ku li kolanan stranên kurdî digotin hatin qetilkirin û bi êrişan re rûbirû man. Ligel van hemû êrişan jî xwedîderketinek mezin li hemberî zimanê kurdî heye.    Ji van xwedîderketinan yek jî di saziyên zimanê kurdî de dayîna perwerdehiya bi kurdî ye. Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê ya Arsîsayê ku navenda wê li navçeya Erdîşê ya Wanê ye, li nûnertiya xwe ya Wanê xebatên xwe bê navber didomînin. Serlêdanên ji bo komeleyê ku bênavber didomin, qûrsên xwe dane destpê kirin.     Rêvebira Komeleya ARSÎSA'yê Kubra Akti, têkildarî kar û xebatên xwe û bişaftina li ser zimanê kurdî de axivî.   ‘Bê navber xebatên me berdewam dike’   Kubra, anî ziman ku komeleya wan ji bo ziman ku çandê hatiye vekirin û ji vekirina komeleyê heta îro xebatên wan bênavber berdewam dike. Kubra, bi lêv kir ku ew ji bo zarok û ciwanan polan vekirina û perwerdehiyên xwe didomînin û wiha got: “Niha polên me yên asta yekem, duyem, sêyem û ya zarokan hene. Asta sêyem beriya çend roj pêşî qediya û asta me ya zarokan jî vê hefteyê destpê kir. Di pola zarokan de 20 zarokên me hene û temenê wan jî di navbera 9 û 14 salî de ye. Di heman demê de dê asta me ya destpêkê dê vê hefteyê dîsa destpê bike. Li aliyekî dinê ve jî ji bo hemû polan qeydên me berdewam dike. Serlêdanên ji bo zimanê kurdî gelek zêde ne û ev yek me gelek kêfxweş dike. Ger ku hejmara zarokan zêde bibe em ê ji bo wan pola duyem jî vebikin. Mamosteyên me jî gelek zêde ne. Ji bo zarokan jî ji pola destpêkê destpê dike heta pola 3’yemîn.”   ‘Ligel bişaftinê jî eleqeyek mezin ji bo ziman heye’   Kubra, destnîşan kir ku gelê Wanê ligel bişaftinê jî eleqeyek mezin nîşanê zimanê kurdî didin û wiha pê de çû: “Lê li aliyekî ve jî polîtîkayên bişaftinê li ser gelê me û ziman tê meşandin. Bişaftinek gelek qirêj kirine dewrê û vê yekê jî li ser jin û zarokan dimeşînin. Demê berê zêdetir eleqeyek mezin li hemberî zimanê kurdî hebû. Lê piştî polîtîqayên bişaftinê li ser Gelê Kurd û ziman tê meşandin vir ve axaftina bi kurdî hinek kêm bûye. Di heman demê de dema ku em lê dinêrin ev bişaftin heta ketiye nava malên me jî. Ev yek jî me gelek xemgîn dike. Lê gelê Wanê ligel hemû van polîtîkayan û bişaftinê jî xwedî zimanê xwe derdikevin û kurdî diaxivin. Kesên kurdî nizanin tên komeleyê fêr dibin. Serlêdanên me dîsa jî zêde ne. Lê elbet ev yek têrê nake. Divê hemû der û qad veguhere qadên saziyên ziman. Divê her kesek malên xwe veguherînin dibistanên kurdî. Ji ber vê yekê em zêdetir li ser zarok, ciwan û jinan disekinin.”   ‘Her malekî kurd dibistaneke kurdî ye’   Kubra, diyar kir ku bişaftinek gelek xetere îro li hember Gelê Kurd tê meşandin û destnîşan kir ku li dijî vê yekê divê hemû kes li kolan, kûçe û malên xwe de bi zarokên xwe re kurdî biaxivin. Kubra, da zanîn ku ew bi xwedîderketin û axaftina bi zimanê kurdî dikarin rê li ber bişaftinê bigirin û wiha axivî: “Dema ku me ev komele vekir jî wan bi xwe fikirî ku dê nava du sê mehan de ev komele dê bê girtin û dê tu kes neyê komeleyê. Berovajê vê yekê serlêdan û xwedîderketin zêdetir bûn. Deriyê komeleya me tu carî nayê girtin. Her malekî kurd dibistaneke kurdî ye.”   ‘Heta kurdek hebe, dê zimanê kurdî jî hebe’   Kubra, bi lêv kirin ku civakek bi ziman û çanda xwe heye û got ji bo ku civaka Gelê Kurd bê tunekirin jî yekem êrişê zimanê kurdî tê kirin. Kubra, da xuyakirin ku ger zimanê kurdî tune bibe dê Gelê Kurd jî tunebe û wiha dom kir: “Ev bi salan e li dijî me kurdan şerekî qirêj didin meşandin. Ji bo xwedîderketina li nasname, ziman û çanda xwe em di her aliyê de şer dikin û li ber xwe didin. Ger zimanê me tune bikin em ê îro tune bin. Çand û zimanê me ji civakên din cuda tir e. Ji ber vê yêkê em xwedî li çand û zimanê xwe derbikevin. Em li her derê bi zimanê xwe biaxivin. Bila hişmendiya ciwanan li ser zimanê wan hertim hebe. Armanc ew e ku çand, huner û zimanê kurdî bi temamî ji holê rabikin. Kanalek bi navê TRT 6 vekirine û dibêjin dikarin bi kurdî biaxifin. Bila tu kes bi van gotinên wan bawer neke. Kesên ku kaneleke kurdî qaşo vedikin, lê şanogerên me tên binçavkirin, destûr nayê dayîn lîstokên xwe bilêyzin, destûr nayê dayîn ku hunermendên me bi zimanê xwe stranên xwe vebêjin. Îktîdar zimanê kurdî li gor hişmendiya xwe dixwaze rêve bibe. Lê destûr nadin ku bi hişmendiya çanda kurdî bimeşe. Lê belê bila vê yekê gelek baş bizanibin ku heta kurdek hebe, dê zimanê kurdî jî hebe.”         Plansaziyên ji bo demên pêş   Kubra, diyar kir ku ji bo demên pêşiya wan plansaziyên wan ên nû heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li taxan civînên gel li dar bixin, bi jin û ciwanan re bên li cem hevdû. Di hêla aliyê ziman de em ê gelê xwe hişyar bikin. Em ê li ser hişmendiya zimanê kurdî biaxivin. Ji bo xwedîderketina li ziman em ê li cem gelê xwe bin. Daxwaza gelê me ya di hêla ziman de çibe em ê wê pêk bînin. Her wiha plansaziya me ya vekirina pola mamostetiyê û pola farisî heye. Di demên pêşiya me de em ê ev plansaziyên xwe bi cih bînin. Farisî jî parçeyek zimanê kurdî ye. Di heman demê de li Wanê jî gelek faris hene. Em dixwazin di hêla farisî de jî ciwanan fêr bikin. Em dixwazin gelên farisî û kurd bikaribin bi hev re rehetî biaxivin perwerdehiyê bidin. Herî dawî jî bila gelê me li her derê bi kurdî biaxivin û çanda kurdî bidin jiyîn. Ger ku em bi zimanê xwe neaxivin dê zimanê me tune bibe. Di heman demê de banga min ji gel ew e ku qeydên me berdewam dikin, werin serlêdanên xwe bikin û fêrê zimanê kurdî bibin.”