Ji bo bîranîna Cemîle 'Berçem' derket 2023-07-23 16:42:32   MÊRDÎN - Pirtuka çîrokan a bi navê “Berçem” a ji bo bîranîna Cemîle Çagirgayê hat nivîsandin, hat çapkirin.    Pirtûka bi navê “Berçem” a Hasan Kiliç ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind ya Eregliyê de di qawîşa yekkesî de tê ragirtin û bi kurdî nivîsandiye ji Weşanên Sînê derket. Pirtûka çîrokan ji bo bîranîna Cemîle Çagirga ya 10 salî ku dema qedexeyên derketine derve ya navçeya Cizîra Şirnexê di salên 2015-2016’an hatibû qetilkirin û ji bo ku cenazeyê wê xera nebe bi rojan di sarincê de hatibû, hiştin hate nivîsandin. Di pirtûkê de çîroka “Berçem” a li Kurdistanê hatiye dinê û hê ku hînî kurdî nebûye û bi malbata xwe re diçe Stenbolê û 6 sal şûnde vedigere mala xwe û piştî tê kurdî nas dike, tê vegotin.     Pirtûka weke pirtûka çîrokan hatiye amadekirin weke ferhengeke kurdî tê xuyakirin. Di pirtûkê de li hemberî gotinên rojane yên kurdî wergera Tirkî jî cih digire. Pirtûk bi xêzkirina wêneyên Besna Acû û Mûstafa Temel tê vegotin.