‘Divê em destûr nedin ku dengê hunermendan bê birîn’ 2023-07-07 09:05:43     Oznûr Deger   MÊRDÎN - Hunermend Kudret Uçuk  ji bo kampanya ji bo hunermenda Kurd ya girtî Nûdem Durak hatiye destpêkirin axivî û got: “Em destûr nedin bila dengê hunermendên Kurd neyê birîn.”   Hunermenda Kurd Nudem Durak ku li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtiye û 19 sal ceza lê hatibû birîn ev 8 sale girtiye. Ji bo azadiya Nûdemê koma Kampanya Free Nûdem Durak di 29’ê Hezîranê de kampanyayek navneteweyî da destpêkirin. Kampanya bi îmzeya 46 nivîskar, derhêner, hunermend, muzîsyen û rojnamegerên navdar hat weşandin û di metnê de ji bo Nûdem û girtiyên siyasî azadî tê xwestin û her wiha bang li rayedaran jî tê kirin.   Ji Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê hunermend Kudret Uçuk ya dersên sazê dide, der barê kampanya hatiye destpêkirin de axivî.   ‘Hunermendên Kurd di bin tecrîdê dene’   Kudretê daxuyakirin ku ew hemû hunermendên girtî silav dike û wiha got: “Nûdemê ji zarokatiyê de dest bi muzîkê kiribû. Me di heman temen û demê de dest bi hunerê kir. Nûdemê pir ji hunerê hez dikir. Dixwest hunera xwe bide meşandin. Di şexsê Nûdemê de hemû hunermendên Kurd tên tecrîdkirin. Em hunermend heman rewşê dijîn.  Em bi zimanê xwe hunerê dikin. Ji ber vê zext tên kirin. Lê tu kes nikare hunerê sînro bike, zextan bike.”   ‘Divê hunermend vî barî rabikin’   Kudretê destnîşan kir ku li her derê cîhanê ji bilî Kurdan her kes dikare hunera xwe bi zimanê xwe bike û çend meh berê muzîsyen Cîhan Aymaz ji ber ku stran bi kurdî got li Stenbolê hat qetilkirin. Kudretê wiha dirêjî dayê: “Hunermendên Kurd ji ber stranên tên xwestin nabêjin tên qetilkirin. Divê em zêdetir xwedî li hunermend û hunerê derkevin. Îro ji bo Nudemê li hemû cîhanê deng hat bilindkirin. Kampanya hatin destpêkirin. Lê Tirkiye û Kurdistan pir bêdenge. Divê hemû hunermend vî barî rakin.”   ‘Em ê xwedî li çanda xwe derkevin’   Kudretê balkişand ser zextên li ser hunera Kurd û got hemû navendên çandê û sazî hatine girtin û got: “Ji bo hunermend her der qada hunerê ye. Ji bo me her der qada çand her der qada hunerê ye. Divê em hunera xwe li her dereê bikin. Divê em xwedî li çanda xwe derkevin. Her wiha divê ji bo kampanya ji bo Nudemê di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin, ji Tirkiyeyê jî piştgirî bê dayîn. Em xwedî li hevalên xwe derkevin sibê dibe ku em jî wek wan bên girtn. Divê xwedî li huner û nasnameya hunerê bê derketin.”