8'emîn Mîhrîcana FilmAmed tê lidarxistin 2023-07-03 13:34:23       NAVENDA NÛÇEYAN - 8'emîn Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman, piştî çend salan dê carek din bê lidarxistin.    Li Amedê sala 2011’an bi pêşengiya Navenda Çand û Huner a Cegerxwîn, mihrîcana belgefilman a “FilmAmed” hat lidarxistin. Festîval heta sala 2019’an jî bi awayekî bi rêk û pêk hat lidarxistin. Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, weke gelek mîhrîcanên din ev mihrîcan jî hat betalkirin.    Li gorî nûçeya rojnameya Ozgur Polîtîkayê, Mihrîcana “FilmAmed” piştî navbera çend salan, îsal bi pêşengiya Komaleya Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn û hin saziyên sivîl ji nû ve tê lidarxistin. Mihrîcan dê belgefilmên piştî sala 2020’an hatine çêkirin, qebûl bike û di navbera 27’ê îlonê û 1’ê cotmehê de pêk were. Mihrîcana FilmAmed a Belgefilman dê cara 8’an were lidarxistin.   Mihrîcana FilmAmed ya Belgefilman di daxuyaniyek ku belav kiriye de jî wiha dibêje: “Weke ku em hemû pê dizanin, rastiyek heye ku mihrîcanên sereke belgefilman, bi taybetî jî yên ku pirsgirêkên civakî ji xwe re dikin mijar, dinirxînin, derdixin pêş, hestiyarî û baldariyekê li hemberî wan pirsgirêkan diafirînin ji nedîtî ve tên û wan nagirin nava bernameya xwe. Di vê çarçoveyê de, di serî de belgefilmên, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, hatine sansurkirin û nikarin li cihekî din werin nîşandan dê li mihrîcana FilmAmed’ê werin nîşandan. Em dixwazin bi saya mihrîcanê bingehe nîqaş, nirxandin û parvekerina belgefilman xurttir bikin.”   Serlêdana dê di 31'ê tîrmehê de bi dawî dibin. Belgefilmsaz dikarin bi rêya lînka jêr serlêdanê bikin û formê dagirin:   https://filmamed.ortadogusinema.com/