Serlêdanên ji bo kursên MED-DER'ê didomin 2023-06-27 09:06:27       Rojda Aydin    AMED - Rêvebera MED-DER’ê Dîlan Guvenc, diyar kir ku serlêdanên ji bo kursên ziman dê 2’yê tîrmehê de bi dawî be û dê di 6’ê tîrmehê de jî dest bi perwerdê bikin û got: "Di nav rojekî de 110 kes serî li komeleyê dan û niha ji serlêdan didomin. Her wiha em dixwazin xwe bigihînin zarokên li tax û gundan û li wan deran jî kargehên çand û ziman li dar bixin. Armanc parastina ziman e."    Piştî bi îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) a sala 2016’an gelek saziyên zimanê kurdî hatin girtin. Di sala 2017’an de wek alternatîfek li Amedê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) hat vekirin. MED-DER ji damezrandina xwe heta niha ji bo ziman, çand, bawerî û nasnameyê di nav gel de bû pirek. Komeleya li dijî polîtîkayên bişaftinê xebatan dimeşîne, ji roja avabûna xwe heta niha gelek xwendevanan mezûn kir. Di demsala havînê de kursên ziman vedike. Serdanên kursê havînê di 19’ê hezîranê dest pê kir û dê heta 2’yê tîrmehê berdewam bike. Her wiha perwerdeya ziman jî dê di 6'ê tîrmehê de dest pê bike.    Derbarê kursa ku bê vekirin de rêvebira MED-DER’ê Dîlan Guvenc ji axansa me re axivî û banga beşdariya kursê li gel kir.    Ne yekzimanî pirzimanî    Dîlan, anî ziman ku xebatên wan piranî li ser hişmendî, pêşvebirin û parastina ziman e û got ew li dijî hişmendiya ziman xebatên cûr bi cûr dimeşînin. Dîlan, bi lêv kir ku li dijî astengiyên ji aliyê pergalê ve tê kirin, dixwazin hişmendiyek biafirînin û got: “Wekî ku tê zanîn di demên hilbijartinê de ciwanek kurd ji ber ku stranên kurdî digot hat qetilkirin. Ev yek jî bêtehemûliya li hember zimanê kurdî ye. Her ku diçe pergal xwe li ser nijadperestî û yek zimanî ava dike. Em jî li hember polîtîkayên yek zimanî, pir zimaniyê diparêzin. Sed sal in li dijî kurdan dixwazin polîtîkayên bişaftinê pêk bînin. Ev yek jî bi awayekî sîstematîk berdewam dike. Em dibînin ku di dibistanan de, di her qadên jiyanê de zimanê kurdî qedexeye û kurd bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Armanca me ya yekemîn parastina zimanê kurdî ye û ya duyemîn jî dixwazin di nava gelê xwe de hişmendiya ziman avabikin. Parastin û hînbûna ziman bikin.”   Xebatên kargehan    Dîlan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser xebatên kargehan: “Kargehên ziman, hînbûn û hîndekariya ziman û pêşvebirina ziman, sê meha carekî kargehên xwe didin destpêkirin. Ji bo qeydên kargehan em form amade dikin û li ser medyaya civakî parve dikin. Kesên ku dixwazin perwerdehiyê bigirin van forman tijî dikin û em jî bi vê awayî serlêdanan qebûl dikin. Li gor astan em komên xwe amade dikin û li gor koman jî em polên xwe didin destpêkirin. Polên me ji destpêkê heta mamostetiyê berdewam dike. Pola me ya destpêkê ji bo kesên ku qet kurdî nizane tê amadekirin.”   ‘Divê em di zimanê xwe de bi israr bin’   Dîlan, da zanîn ku bi şagirtên komeleyê ve nîqaşan dikin û di vir de eleqeya li hember zimanê kurdî dimînin. Dîlan, da zanîn ku ew di salekî de nêzî du hezar kesî perwerde kirine û wiha axivî: “Di nîqaşên bi şagirtan re jî derdikeve holê ku gel dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bigire. Mafê gel ya di hêla ziman de bi kursan çareser nabe. Lê li hemberî wedexekirina zimanê kurdî, şanoya kurdî, stranên kurdî ye sekneke xurt jî heye. Ji ber ku ziman nasnameya mirovan e. Her netewek bi zimanê xwe heye. Li hember van bişaftin û polîtîkayan em jî sekna xwe nîşan didin. Ji bo vê yekê îro gelek kes ji bo hînbûna ziman serî li komeleyê didin. Dema ku em lê dinêrin di nava civakê de gotina ‘belê ez fêm dikim, lê nikarim biaxivim.’ Ev yek jî me gelek xemgîn dike. Ji ber ku rojane kurdî nayê axaftin zimanê dayikê ber bi jibîrkirinê ve diçe. Lê divê Gelê Kurd di zimanê dayikê de bi israr bike. Israrkirin, bi perwerdeyan, bi xwendina pirtûkan û çîrokan pêşdikeve. Divê xwedî li saziyên ziman, çand, berhem û şanoya kurdî bê derketin. Ji ber vê yekê jî divê di her aliyê de xwedî li derketinek çêbibe. Divê gelê me têkiliyên xwe bi kurdî deynin. Ji ber vê yekê jî divê jiyana me bi kurdî be. Bi vê awayî pirsgirêk çareser bibe. Ji bo ku em bigihîjin statûyek divê em zimanê xwe fêr bibin û israr bikin.”     Kurmancî, kirmanckî û soranî...   Dîlan, diyar kir ku dê pêşerojê polekî soranî vebikin û wiha bi lêv kir: "Kesên ku di asta destpêkê de ziman nas dike, bi vê yekê re qebûlkirinekî jî dest pê dike. Bi vê re ev xwendekar heta asta mamostetiyê berdewam dikin. Kesên ku qet kurdî nizanin tevlî kursan bûn û niha heta beşa mamostetiyê hatine. Kesên ku beşa mamostetiyê diqedîdin di komeleyê de wek mamoste berdewam dikin. Em niha li ser du zaravayên kurmancî û kirmanckî dersên xwe didin. Di pêşerojê de jî em dixwazin polekî soranî jî vebikin. Ger daxwaza perwerdehiya soranî bê em ê polên xwe vebikin. Zaravayê kirmanckî de asta windabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê ji bo em balê bikişînin li ser kirmanckî em xebatên xwe li ser vê yekê dimeşînin. Ji hêla şagirtan ve eleqeyek mezin heye. Li gor sala borî îsal tevlîbûnek zêde heye. Kargeha me ya kirmanckî gelek serkeftî bi dawî bû. Niha pola me ya asta mamostetiyê ya kirmanckî berdewam dike.”   ‘Di nav rojekî de 110 kes serî li kursê dan'    Serdanên kursên nû di 19'ê hezîranê de destpê kiribû û dê heta 2'ê tîrmehê bidome, Dîlanê wiha bal kişand ser kursên nû: "Perwerdê dê di 6’ê tîrmehê de dest pê bike. Di nav rojekî de 110 kes serî kursan da. Em di wê baweriyê de ne ku heta dawiya serlêdan dê bigihîje dora 400-500 kesî. Ji ber ku kargehên me hem rû bi rû hene û hem jî li ser onleînê ye. Kesên ku derfetên wan ên hatinê tunene li ser onleînê perwerde digirin. Me ji bo zarokan jî kargeh dan destpêkirin. Kargehên me wekî du koman pêk bê. Kargehek ji bo 7 salî û 10 salî û kargeha din jî ji bo 11 û 14 salî bên vekirin. Em ê li ser herdu zaravayan perwerdê bidin. Em dixwazin hemû kes zarokên xwe bişînin kargehê û fêrê zimanê dayikê bikin. Bila zarok ji zimanê xwe bêpar nemînin. Di kargeha me de dê hem kargeha muzîkê û hem jî ya ziman bi hev re bimeşe. Zarok bi rêya muzîkê baştir fêrê zimanê xwe bibin. Em dixwazin di hêla ziman de bigihîjin astenke bilind. Lewma jî xebatên zarokan ji bo me gelek girîng e. Banga me ji malbatan ew e ku zarokên xwe bişînin kursên ziman."   Projeyên nû    Dîlan, dawiya axaftina xwe de got ji bo zimanê kurdî projeyên wan hene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin li ser kirmanckî panelek li dar bixin.  Em dixwazin niha xwe bigihînin zarokên li tax û gundan û em li wan deran kargehên çand û ziman li dar bixin. Em hişmendiya ziman di nav gel de çêbikin. Elbet projeyên me yên ku em li ser nîqaş dikin jî hene. Demek nêz de jî em ê bi raya giştî re parve bikin.”