Mihrîcana Zîlan bi muzîkê bi dawî bû 2023-06-25 21:33:37   NAVENDA NÛÇEYAN - 18’emîn Mihrîcana Jinan a Zîlan a bi dirûşma “Em bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” li Londonê bi tevlêbûna sedan kesî bi coş bi dawî bû.   Li paytexta Ingilistan Londonê her sal ji aliyê Meclîsa Jinan a Jiyan ve Mihrîcana Jinan a Zîlan tê lidarxistin. Di nava 24 û 25’ê Hezîranê de 18’emîn Mihrîcana Jinan a Zilan bi dirûşma “Em bi jin, jiyan, azadî, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin” bi tevlêbûnek xurt hat lidarxistin.   Mihrîcana îsal, diyariyî Evîn Goyî (Emîne Kara) ya ku di 23’yê Çileya 2022’an de li Parîsê hat qetilkirin, hat kirin. Li qada mihrîcanê wêne û alên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Zeynep Kinanci (Zilan) Evîn Goyî, Sakîne Cansiz (Sara) û Jîna Emînî hatin daliqandin.   Jinên tevlê mihrîcanê bûn dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Mihrîcan bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê endama Meclîsa Jinê ya Jiyan Basime Başar ve hat kirin. Besîme diyar kir ku li Parîsê di şexsê Evîn Goyî de têkoşîna jinan hat hedef girtin. Besîmeyê anî ziman ku bi Têkoşîna Jina Azad ku Evîn Goyî bi kedeke mezin meşand, bi Şoreşa Jinê ya Rojava bi ser ket û got: “Piştre serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya hevrêyên jin Evîn Goyî de geş bûn, bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ li cîhanê belav bû. Dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ di têkoşîna azadiya jinên cîhanê de bûye îlham û pêşeng.”   Di mihrîcanê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di mîhrîcanê de peyamên piştgiriyê yên gelek saziyên jinan ên wekî komeleyên herêmî û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) hatin xwendin. Di çarçoveya mihrîcanê de standên ku cil û bergên neteweyî û pirtûk ji bo firotinê dihatin pêşkêşkirin hatin vekirin, jin jî bi cil û bergên neteweyî beşdarî mihrîcanê bûn. Di mihrîcana ku ji bo zarokan atolyeya wêneyan hat vekirin de xwarinên herêmî ji beşdaran re hatin pêşkêşkirin.   Ewilî hunermenda ciwan Gulbahar derket ser dike. Piştî Gulbaharê Koroya Jinan a Jiyan bi pêşengiya Hunermend Suna Alan derket ser dikê. Jinan li ber stranan govend gerand û dirûşme berzkirin. Herî dawî hunermend Denîz Deman derket  ser dikê û bi stranên xwe girse coşand.