Pirtûka 'Xwedawenda Çiyayê Sosinê' derket 2023-06-24 12:56:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka 'Xwedawenda Çiyayê Sosinê' ya nivîskar Şîlan Munzur ji Weşanxaneya Meyman derket.   Pirtûka 'Xwedawenda Çiyayê Sosinê' ya nivîskar Şîlan Munzur ji Weşanxaneya Meyman derket. Ev pirtûk ji aliyê rojnameya Newaya Jin ve ji bo çapê hat amadekirin. 'Xwedawenda Çiyayê Sosinê' romaneke dîrokî ye.    Rêwîtiyeke dîrokî    Nivîskar tiştên qewimîne bi zimanê wêjeyê ji me re radigihîne û ev jî dibe sedema hafizaya dîrokî. Şîlanê bi vê pirtûkê berê me ber bi demên serhildan û komkujiyan ve dibe. Bi xwendina vê pirtûkê rêwîtiyeke dîrokî dest pê dike.    Şopên Terteleya Dêrsimê    Di vê romanê de şopên Terteleya Dêrsimê ya 1938'an xuya dike. Çîroka Beye di vir de mirov dibe rêwîtiyeke dûdirêj. Her wiha Şîlanê di vê romanê de cih daye çîroka Zeynep Kinaci (Zilan) a ku ber bi koka ve rêwîtiyeke dabû destpêkirin.    Di pirtûka 'Xwedawenda Çiyayê Sosinê' ya nivîskar Şîlan Munzur a ji Weşanxaneya Meyman derketiye de ji çîroka du jinan wêtir tiştek heye.