5’emîn Rojên Ma Mûsîcê bi dawî bû 2023-06-11 21:43:26   AMED - 5’emîn Rojên Ma Mûsîcê ku bi dawî bû û konsera ku zarokan da rastî eleqeyek mezin hat.    Bi pêşengiya Akademiya Ma Mûsîc ve ku 5’emîn Rojên Ma Mûsîcê ji bo 3 rojan hatibû destpêkirin, li Zarok Ma ya li navçeya Peyas a Amedê bi bernameyekê bidawî bû. Gelek kes tevli bernameyê bûn û zarokan cil û bergên gelerî l xwe kirin.    Bername, bi amûrên ku zaroka lêdan û stranên ku gotin ve destpê kir. Bername ji aliye girseyê ve bi eleqeyek mezin hat temaşekirin.   Di dawiya bernameyê de perwerdekar Şerko Kanîwar axaftinek kurt kir û wiha got: “Aqûbet li serê 50 saliya me be. Em ê tu carî zarokên vê welêt bê mûzîk  nehêlin.” Şêrko, her wiha bang kir ku dê di 6’ê Tirmehê de jî pîrozbahiya duyemîn salvegera Zarok Ma’yê bikin.    Dîplomeyên zarokên mezun bûne hatin dayîn û bername bi çepikan bidawî bû.