Ji bo zarokên pakrewanan pêşangeha wênesaziyê hat lidarxistin 2023-06-11 14:48:48     HELEB - Ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan û Pêşdibistana Kulîlkên Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê pêşengehek wênexêziyê hat vekirin.   Îro li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê pêşengehek wênexêziyê ji aliyê Pêşdibistana Kulîlkên Şehîdan ji bo xwişk û zarokên pakrewanan hat vekirin. Di pêşengehê de 30 zarok beşdar bûn her wiha pêşengeh ji wêneyên xêzkirî û hin pirojeyên bi destan hatine çêkirin pêk dihat. Piştî deqeyeke rêzgirtin bi amedebûna sazî û Meclîsa Malbatên Şehîdan pêşengeh hat vekirin.   Her wiha endama Pêşdibistana Kulîlkên Şehîdan a Taxa Şêxmeqsûd Bêrîvan Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:" Ev bû nêzî mehekê ku em amedekariyê ji bo vekirina pêşengeha wênexêziyê ya ji bo zarokên pakrewanan dikin û îro ev pêşengeh hat vekirin. Armanca me ya vekirina vê pêşengehê, ji bo pêşxistina asta zarokan a ji hemû aliyên xwe ye. Her wiha ji bo başkirina moralê zarokan û ji pêşerojeke bi zanistî ji bo wan bê avakirin.