Ji Komeleya Wêjekarên Kurd du pirtûkên helbest û çîrokan 2023-06-09 11:00:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji aliyê jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin du pirtûkên helbest û çîrokan hatin amadekirin. Ew ê di demeke nêz de bên çapkirin.    Di çarçoveya xwedîderketina li ziman û wêjeya kurdî her wiha xwedîderketina li ked û berhemên jinê, jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de cih digirin, amadekariya du berhemên bi navê, Çîrokên Jinên Wêjekar, Helbestên Jinên Wêjekar kirin. Her du berhem bi zimanê kurdî ne û wê di demeke nêz de ji Weşanxaneya J&J'yê derkeve.    Çîrok û helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin   Di berhema Çîrokên Jinên Wêjekar de çîrokên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin cih digirin û amadekariya wê ji aliyê Rojnameger û Nivîskar Roza Metîna ve hat kirin. Di berhema Helbestên Jinên Wêjekar de helbestên ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin cih digirin û amadekariya wê jî ji aliyê Helbestkar Zozan Gulan û Nurcan Delil ve hat kirin. Roza Metîna, Zozan Gulan û Nurcan Delil di heman demê de di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd a di sala 2020'î de hat avakirin de cihê xwe digirin.