Rabûna Berî li Gulberojan: Serhildana gel a di çîrok û helbestê de 2023-06-05 11:09:01     Fatma Gokhan    AMED - Rojnameger û nivîskar Roza Metîna ya ku berhema "Rabûna Berî li Gulberojan" a ji çîrok û helbestên nivîskar û helbestkarên di girtîgehan de pêk tê nirxandin kir wiha got:"Naveroka berhama Rabûna Berî li Gulberojan di dilê mirov de serhildanekê diafirîne. Dema min ev çîrok û helbest xwendin min serhildana gelê kurd tê de dît. "    Antolojiya çîrok û helbestên di zindanan de Rabûna Berî li Gulberojan a ku wê di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de derketa ji ber erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş hat taloqkirin û bi munasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî di meha gulanê de hat çapkirin. Di vê antolojiyê de 139 helbest û 16 çîrokên 39 helbestkar û nivîskarên di zindanan de hene. Ji bo berhema Rabûna Berî li Gulberojan wê li bajarên cuda yên Kurdistanê hem rojên îmzeyê bê lidarxistin hem jî wê ev berhem ji zindanan re jî bê şandin.    Nivîskar û rojnameger Roza Metîna ya ku edîtortiya berhema Rabûna Berî li Gulberojan kiriye li ser pêvajoya çapkirinê, girîngî û armanca çapkirina vê berhemê axivî.    Xwedîderketina li berhem û keda nivîskar û helbestkarên di girtîgehan de   Roza da zanîn berhema Rabûna Berî li Gulberojan li ser esasê fikrê xwedîderketina li berhem, têkoşîn û keda nivîskar û helbestkarên di girtîgehan de derket holê û wiha dewam kir:"Hem wekî Komîtiya Nivîskarên li Zindanan a PENa Kurd hem jî wekî Komeleya Wêjekarên Kurd me biryar da, em kar û xebatên derbarê nivîskarê di zindanan de zêde bikin. Li ser navê van herdu saziyana û bi hevkariya saziyên din li bajarên Kurdistanê me rojên îmzeyê li dar xistin. Wêneyên rojê îmzeyê hatin kişandin ji nivîskar û helbestkarên li zindanan hatin şandin. Di heman demê de me pirtûk û name ji girtîgehan şandin. Pereyê ji pirtûkan hat me ji malbatên nivîskar û helbestkarên di zindanan de şandin. Piştre jî me li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd danasîna berhemên helbestkar û nivîskarên di zindanan de kirin. Her wiha ez ji mehê carekê berhemeke nivîskar û helbestkarên di zindanan de dixwînim, li ser nivîsandina nirxandinê dinivîsim, li ser Rojnameya Xwebûnê tê weşandin piştre jî vîdeoya berhema hatiye nirxandin tê amadekirin û li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd tê parvekirin. Piştî vê xebatê fikra derxistina berhema Rabûna Berî li Gulberojan çêbû."   'Me xwest em têkoşîna li girtîgehan di vê berhemê de nîşan bidin'   Roza bi lêv kir ku di heman demê de wan xwestiye berhema Rabûna Berî li Gulberojan bi cîhanê bidin naskirin û wiha pê de çû:"Armanca me ew bû ku em helbest û çîrokên di vê berhemê de cih digirin wergerînin zimanên cuda û em wêjeya li zindanê di bin şert û mercên dijwar de hatiye afirandin, di heman demê de jî bi cîhanê bidin naskirin. Ez ne bawer im li tu derê cîhanê ewqas nivîskar hene û tevî hemû şertên dijwar jî li berxwe didin. Me xwest em têkoşîna li girtîgehan di vê berhemê de nîşan bidin. Jixwe navê berhemê jî di nava xwe de têkoşînê dihewîne. Rabûn hişyarî ye, gulberoj rûyê wê tim li rojê ye. Tê wateya hişyariya ku berê wê li rojê ye. Çimkî di heman demê de li girtîgehan têkoşîneke mezin jî heye. Yanî helbestkar û nivîskarên ku di vê berhemê de çîrok û helbestên wan hene bi pênûsa xwe bi fikir û ramanên xwe û bi îdeolojiya xwe li zindanan bi salan e li berxwe dane.    Pêvajoya çapkirina Rabûna Berî li Gulberojan    Roza bal kişand ser pêvajoya çapkirina Rabûna Berî li Gulberojan û wiha lê zêde kir:"Ez di destpêkê de yek bi yek li weşanxaneyan geriyam û min lîsteya nivîskar û helbestkarên di zindanan de amade kir. Bi wê lîsteyê me xwe gihand malbatên nivîskar û helbestkarên di zindanan de. Min di heman demê de bi weşanxaneyan re jî têkilî danî û 16 çîrok, 139 helbestên 39 helbestkar û nivîskarên di zindanan de da hevdu. Min edîtortiya vê berhemê jî kir û name ji nivîksar û helbestkarên di zindana de şand. Me xwest destnivîsên wan jî di vê berhemê de cihê xwe bigirin. Dema helbestkar û nivîskarên di zindanan de bersiv dan nameyan wê kêfxweşiya xwe jî anîn ziman. Gotin ji bo me cihê şanaziyê ye ku xwedî li berhem, têkoşîn û keda me tê derketin. Kurtejiyan, helbest, çîrok û destnivîsên wan di vê berhemê de cihê xwe digirin."    Naveroka berhema Rabûna Berî li Gulberojan    Roza bal kişand ser naveroka berhema Rabûna Berî li Gulberojan û wiha dewam kir:"Bi rastî jî gelek berhemên baş ji zindanan derketine. Loma jî têkoşîna ji bo berhemên di zindanan de têkoşîna ji bo doza gelê kurd e. Di naveroka pirtûkê de jî gelek mijar cihên xwe digirin. Dema min helbest û çîrokên di vê berhemê de xwendin min têkoşîna gelê kurd di vê berhemê de dît. Min evîn, têkoşîn, rastiya gelê kurd, îşkence, zilm û zordestiya dewletê ya bi awayekî sîstematîk bi salan e li gelê kurd kiriye, dît. Mijarên curbecur di vê berhemê de cihên xwe digirin. Dema tu vê berhemê dixwînî, di heman demê de jî hestekî têkoşînê di dilê te de tê avakirin."   Girîngiya tevlîbûna rojên îmzeyê    Roza banga tevlîbûna ji bo rojên îmzeyê yên ji bo berhama Rabûna Berî li Gulberojan kir û wiha got:"Em ê berhema Rabûna Berî li Gulberojan ji nivîskar û helbestkarên li girtîgehan re û ji malbatên girtiyan re jî bişînin. Her wiha ji bo xwedîderketina li berhem û keda nivîskar û helbestkarên di zindanan de em ê li bajarên cuda yên Kurdistanê rojên îmzeyê li dar bixin. Ji bo xwedîderketina li berhem û têkoşîna zindanan tevlîbûna roja li îmzeyê girîng e. Malbat û nivîskar û helbestkarên di zindanan de dema bihîstin ev berhem wê derkeve gelekî kêfxweş bûn loma jî tevlîbûna roja îmzeyê wê ji bo wan jî gelekî girîng be. Malbatan bi kelecaneke mezin bersiv dan vê xebatê."    'Me zimanê kurdî esas girt'   Pêvajoya amadekirina berhema Berî li Gulberojan bi awayekî hêsan derbas nebû. Çimkî gihandina çîrok û helbestên helbestkar û nivîskarên di zindanan de gelekî zehmet bû. Piştî hat komkurin û şûnde pêvajoya edîtortiya wê jî zehmet bû û wextek jê re lazim bû. Di dema çapkirinê de di milê aboriyê de jî me zehmetî kişand. Loma jî PENa Kurd xwe da ber çapkirina wê. Hatina di rojên îmzeyê yên ji bo vê pirtûkê de wê dîsa ji bo çapkirina vê berhemê bê xerckirin. Hatina ji vê berhemê di heman demê de jî wê ji bo şandina vê berhemê ya ji bo girtîgehan û malbatên wan jî bê xerckirin. Her çiqas pêvajoya çapkirina vê berhemê zehmet jî bû lê belê derket şûnde min got hêjayî wê zehmetiyê bû. Berhemeke bi vê formatê bawer im cara yekem e. Her wiha helbest û çîrokên di vê berhemê de jî bi kurdî ne. Çimkî her tim em dibêjin nivîsandina bi zimanê kurdî xizmeta ji bo wêje, çand, huner û nasnameya kurdî ye. Loma jî me zimanê kurdî esas girt. Her wiha kesên bixwazin vê berhemê bigirin dikarin ji ser înternetê jî bigirin. Her kesên ku vê berhemê bigirin lazim e ew têkoşîna di zindanan de jî bê bîra wan. Helbestên helbestkar Riza Kazici yê ku di rêya têkoşîna gelê kurd de li zindanê jiyana xwe ji dest da jî di vê berhemê de cihê  xwe digirin. Loma jî ez dîsa bang dikim ku gelê kurd ê li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welêt xwedî li berhema Rabûna Berî li Gulberojan derkevin."