Li Amedê dengê stranên kurdî olan da 2023-06-04 12:32:28     AMED - Hunermend Rewşan Çelîker li Amedê konserek bêhempa li dar xist û li eywana konserê dengê stranên kurdî olan da.    Hunermend Rewşan Çelîker li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konserek bêhempa li dar xist. Konser bi organîzasyona Pera Group hat amadekirin. Ewyana konserê ku hezar û 500 kes lê bi cih dibin, tije bû.   Rewşan Çelîker û ekîba xwe bi performansek berz derketin ser dikê. Dema Rewşenê derket ser dikê temaşevanan kêfxweşiya xwe nîşan dan. Rewşanê konsera xwe kir du beşan. Piştî beşa ewilî qediya navber da konserê û bi beşa duyemîn berdewam kir. Balkêş bû ku piraniya stranên Rewşenê folklorîk bûn.   Rewşanê di navbera stranan de hin axaftinên kurt kirin û bal kişand ser girîngiya çand, ziman û wêjeya kurdî.    Atmosfera li ewyana konserê û performansa Rewşan Çelîker hêjayî temaşekirinê bû.