'Pirtûka Geliyê Tiyarê' derket 2023-05-25 11:20:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Pirtûka 'Geliyê Tiyarê' ku ji aliyê Rojnameya Newaya Jin ve ji bo çapê hatibû amadekirin derket.   Pirtûka yekemîn a rêzenivîsa Geliyê Tiyarê ya li ser endamên YJA Star û HPG'ê yên di 22-24'ê Cotmeha 2011'an de li herêma Geliyê Tiyarê ku li navçeya Çelê ya Colmêrgê di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan hat weşandin. Pirtûka ku bi tevkariya rojnameya Newaya Jin û ji aliyê Nûpelda Engîn ve ji bo çapê hatibû amadekirin, ji Weşanên Memyan derket.   Nojnivîsk, çîrok…   Pirtûka "Geliyê Tiyarê" (Ji bîr neke -Ez-) ku tê de mirov, bûyer, cih û deman li ser rastiya tê de hatine nivîsandin, ji rojnivîskên endamên YJA Star û HPG'ê yên jiyana xwe ji dest dane û ji nivîsên li ser wan hatine nivîsîn û gotinên kesên wan nas dikin pêk tê.    Tevî ku di cilda yekem a rêzenivîsê de gelek behsa endamên YJA Star û HPG'ê tê kirin jî roman li ser jiyana Medya Ronahî, Roza Semsûr û Gever Feraşîn ên li Geliyê Tiyare jiyana xwe ji dest dane bêhtir hatiye nivîsîn.    Ji pirtûkê….   "Ji bîr neke! Ger hûn ji bîr bikin, hûn ê bên jibîrkirin! Bizane, xwe nas bike! Bibînin, xwe bibînine!..   Li çiyayan jiyan û mirin bi hev re dimeşiya. Bi hezaran ciwan li ber xwe didin ku kefenê ku ji bo gelê wan hatiye birîn, biçirînin. Van ciwanan hewldana gel a ji nû ve hebûnê dane ser milên xwe. Va ye gel; Serdemek wisa bû! Ev serdema kurdan bû; şerê dijwar di navbera koletî û azadiyê de ye!”   Pirtûk ji hesabê twitterê yê @Wesanen_Meyman an jî ji jimareya telefonê 0031 62 65 39 382 tê wergirtin.