Rona Egîd: Zimanê dayikê bîrdanka zarokatiyê ye 2023-05-24 09:09:19   Roza Metîna    NAVENDA NÛÇEYAN - Rona Egîd têkildarî ziman û wêjaya kurdî, Kovara Rona û pirtûkxaneya ava kiriye hestên xwe anî ziman. Ronayê da zanîn zimanê dayikê bîrdanka zarokatiyê ye û got:” Zarokên dûrî zimanê xwe bin wê di civaka xwe de xerîb û biyan bin. Wêjeya zarokan û zimanê dayikê mîna gencîneyekê ne.”   Rona Egîd ji bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji zimanê dayikê, ji mûzîkê hez dike û hinek kilîbên wê ji bo zarokan jî hene. Xwediya yekem pirtûkxaneya zarokan a pirtûkên kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ye. Hewl dide ku zimanê kurdî bi zarokan şêrîn bike, piştgiriya wan bike, serdana dibistana dike çîrokan ji zarokan re dixwîne. Beriya çend rojan hejmara yekê ya kovara xwe ya bi navê Rona weşand. Ew jî yek ji berhemên grupa Rona ya çanda zarokan e.   Rona Egîd li ser mijarên girîngî û taybetmendiya zimanê dayikê, wêjeya kurdî, xebatên ji bo ziman û wêjeya kurdî, pirtûkxaneya xwe ya ku bi xwe ava kiriye, çalakiyên tevlî dibe nirxandin kir.    Ronayê di nava nirxandinên xwe de bang li malbatên li Rojavayê Kurdistanê kir ku zarokên xwe ji ziman û wêjeya kurdî bêpar nehêlin û bala wan bikşînin ser van herdu mijarên girîng. Ronayê got:” Ji bo pêşketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî divê malbat berê zarokên xwe bidin zimanê kurdî û pirtûkên kurdî. Zarokan ji tiştên ku zirarê didin ziman û wêjeya kurdî dûr bixin.”   ‘Zarokên dûrî zimanê xwe bin wê di civaka xwe de xerîb û biyan bin’   Ronayê bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wêjeya kurdî û wiha pê de çû:”Girîngiya zimanê dayikê ji bo civakê vedigere wê girêdana ku ziman çawa zarokan nêzî dîrok, kelepor, stran, folklor û malbatê dike. Jixwe di nêrîna min de rola mezin li vir ya dayikê ye. Zaroka ku di civaka xwe de bi zimanê xwe neaxive qet bi nasnameya xwe ya kurdî hîs nake. Di vir de jî dixwazim balê bikşînim ser malbatên ku bi destên xwe zarokên xwe di rêya şandina dibistanên zimanê Erebî re wan dûrî ziman, çand, wêje û her tiştê kurdî dixin. Belkî niha encama vê şaşiyê ne diyar be, lê guman dikim di pêşerojê de wê bi tepa bi serê xwe bikevin. Zarokên dûrî zimanê xwe bin wê di civaka xwe de xerîb û biyan bin.”   ‘Zimanê dayikê bîrdanka zarokatiyê ye’   Ronayê derbarê girîngiya xebatên ji bo zimanê dayikê û wêjeya zimanê dayikê de ev tişt lê zêde kirin:” Zimanê dayikê yekem ziman e ku zarok fêrî wî dibe, ew mîna bîrdanka zaroktiya wê ye. Her wiha di rêya vî zimanî re yekem gotina xwe di vê jiyanê de bi lêv dike, lewre ev ziman dibe weke nasnameya ku kesayetiya zarok ava dike. Zarokên ku zimanêxwe xweş fam dikin û bi zimanê xwe ve girêdayî bin bêtir nêzîkî civaka xwe ne. Di heman demê de dikarin bi hêsanî tev li civakên din jî bibin, yan jî fêrî zimanekî din bibin.”   ‘Wêjeya zarokan mîna gencîneyekê ye’   Ronayê bandora wêjeya zarokan a li ser ziman û civakê jî wiha nirxand: “Wêjeya zarokan û zimanê dayikê di temenê biçûk de ji zarokan re mîna gencîneyekê ye. Zarok bi vê re peyv û têgehên xwe yên ziman dewlemend dikin. Wêjeya zarokan di rêya xwendina çîrok û helbestan re pêş dikeve. Û şopandina wêneyên wan xeyalên zarokan berfireh dike. Her wiha exlaqên wan di rêya naskirina lehengên çîrokan û helwestên wan ên mirovane perwerde dike. Di heman demê de wan di warê mirovahiyê û hezkirina derdorê de digihîne asteke bilind. Pê re jî kesayeta wan xurt dibe û fêrî gotina rast û stendina helwestên dirust dibin. Û em ji bîr nekin ku di rêya van çîrokan re fêrî guhdarkirina kesên li hember xwe û danûstendinê jî dibin.”   ‘Divê malbat berê zarokên xwe bidin ziman û wêjeya kurdî’   Ronayê bal kişand ser pirtûkxaneya ku bi xwe ava kiriye û gazinên xwe yên têkildarî  malbatên ku bala zarokên xwe nadin ser ziman û wêjeya kurdî anî ziman û wiha domand:”Min pirtûkxaneya xwe beriya du salan vekir. Ramanek bû, me li ser kar kir, armanca me ew bû ku em karibin çanda xwendinê li gel zarokan biafirînin, wan nêzî zimanê wan bikin, pirtûkên kurdî bi zarokan şêrîn bikin. Lê mixabin heta niha em negihiştine wê astê ku bandora wê bi awayekî çalak li civakê bibe, ji ber ku serdana zarokan pir kêm e, di vir de jî gazinên min ji malbata ye ku ew berê zarokên xwe nadin pirtûkxaneyê û berê wan didin alavên medyaya dîjîtal. Pir kêfa wan tê dema zaroka wan a biçûk navê rengan bi zimanê erebî yan ingilîzî fêr dibe. Xwe paye dikin dema ku zaroka biçûk quncik quncik û bê sansur û çavdêrî di Youtubeyê de dixebite lê dema behsa wêje û zimanê kurdî dibe, dibêjin pêşeroj jê re tune ye. Helbet malbat bi haydarî û bê haydarî jî ziyaneke mezin digihînin zarokên xwe. Ji bo pêşketina zimanê kurdî û wêjeya kurdî divê malbat berê zarokên xwe bidin zimanê kurdî û pirtûkên kurdî. Zarokan ji tiştên ku zirarê didin ziman û wêjeya kurdî dûr bixin.”   Projeya Kovara Zarokan a Rona   Ronayê qala projeya xwe ya Kovara Zarokan a Rona kir û wiha bal kişand ser armanc û sedema vê projeyê:”Berî ku em dest bi projeya kovarê bikin bi rastî me gelek nimûneyên kovarên zarokan dîtin, me hewl da ku projeya me tiştekî nû be ku di deverê de kêm weke wê hebin. Çi ji hêla dizaynê, çi ji hêla reng, kaxiz, stîl û mijarê ve. Jixwe me weşana hejmara yekê xiste heman roja weşana yekem a kovara kurdî ya zarokan a bi navê Gir û Galî Mendalanî kurd ku di 21’ê Nîsana 1946’an li Komara Mahabadê hatiye çapkirin. Jixwe beş û deriyên kovarê di her hejmarê de wê guherbar bin. Û her hejmar wê mijarek ji mijarên kovara Gir û Galî di rûpelekê de were belavkirin. Ji bo sedema weşana wê dixwazim agahiyekê derbarê vê yekê de bêjim ku ji sala weşana kovara Hawarê di 1932’an de heta sala 2012’an jî tu kovarên taybet a zarokan derneketine ango derdora 80 salî. Ji ber vê yekê me xwest em jî tiştekî nû di vî warî de pêşkêş bikin. Armanca min a ji vê kovarê ew e ku pêşxistina wêjeya zarokan û kovargeriya zarokan li Rojavayê Kurdistanê geş bibe. Her wiha ku karibim di pêşerojê de vê projeya xwe ya pirtûkxane û kovarê ji bo zarokên Rojava bikim mîna saziyek rewşenbîrî.”   Naveroka kovarê   Ronayê bal kişand ser naveroka kovarê û wiha got:”Qapa pêşî ji hundir de wek pênase bi girûpa Rona ya çanda zarokan e, ew jî pirtûkxane, kovar û tîma Rona ye. Rûpela yekem pênaseya kovara Gir û Galî ye, ya duyem bi navê ‘Tu Dizanî’ hindek agahiyên zanistî ne, ya sêyem bi navê ‘Bajarên Me’ behsa bajarê Amedê dike û ya çarem ‘Ji Siruştê’ behsa hindek cureyên darên seyr dike, rûpela pêncem bi navê ‘Şûnwar’ e û behsa cihekî dîrokî yê bi navê Girê Mozan dike, ya şeşem bi navê ‘Ji dîrokê’ ye û behsa kengî nivîs hatiye dahênan dike, rûpela heftem wê neguherbar be û wê her hejmar behsa mafekî ji mafên zarokan a li gor peymana neteweyên yekbûyî ya mafê zarokan bike ya heştem ‘Hevpeyvîn’ e ya bi zarokeke xwedî behre re ye û ya nehem ‘Kesayetek’ e û behsa navdarekî kurd dike û ya dehem li ser dîroka roja zimanê kurdî ye, lê rûpelên 11-12-13-14 çîrokeke komêks e, ‘Ferheng Rona’ rûpela  pazdemîn e û rûpela şazdemîn taybet ji bo çalakiyên mehane yên Grupa Rona ye, çanda zarokan e. Dimîne qapa dawî, ji hundir de ew jî taybet ji bo pênaseya berhemên zarokan ên nû çap dibin, her wiha ji bo pirsa hejmarê ku xelatên wê komek pirtûk ji pirtûkxaneya Rona ne.”   Kar û xebatên Ronayê tevlî bûnê   Ronayê behsa tevlîbûna kar û xebatên wekî din ên li Rojavayê Kurdistanê yên di qada ziman û wêjeyê de kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Rast e ez tev li gelek çalakiyan dibim hinek karên giştî bi hevalan re yan karên kesane jî. Beriya çend rojan pêşangeha pirtûkên kurdî bi dawî bû û ez beşdar bûm. Jixwe ev pênc sal in ez tevlî hemû pêşengehên pirtûkan ên li Rojavayê Kurdistanê dibim. Ji bilî vê yekê jî min gelek çalakîyên ziman, rewşenbîrî û hunerî ji bo zarokên astengdar û nexweşên pençeşêrê li dar xistine. Min gelek çalakî çêkirine. Min pirtûkên çîrok û kovar ji pirtûkxaneya xwe li zarokan belav kirine. Her wiha vê zivistanê ez bi hemleyekê ji bo zarokên Wargeha Waşokanî rabûm û min hejmareke pir mezin a cil û berg, pêdiviyên dibistanan û pêlavên zivistanî ji wan re dan hev û bi rengekî fermî radestî rêveberiya wargehê kir.”