ŞanoWan derdikeve turneyê 2023-05-17 11:39:10     STENBOL - ŞanoWan, bi lîstika xwe ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlihev bû" di navbera 22-25'ê Gulanê de derdikeve turneyê.   ŞanoWan ku li wanê xebatên xwe yên şanoyê didomîne, bi lîstika xwe ya, "Hay Lo Dîsa Tevlihev Bû" derdikeve turneyê. Turneya ku wê 10 lîstikvan tevli bibin, wê di 22-24'ê Gulanê de li Stenbol, di 25'ê Gulanê de jî li Kocaeliyê be.   Dikên ku wê Şano Wan lîstikên xwe li wan pêşkêş bike wiha ne:   * 22'yê Gulanê roja duşemê saet di 2030'an de Navenda Çand û Hunerê ya Avcilarê.   Merkezi.   * 23'yê Gulanê roja sêşemê saet di 2030'an de Navenda Çandê ya Mustafa Safet a Ataşehira Stenbolê.    * 24'ê Gulanê roja çarşemê saet di 2030'an de Navenda Çandê ya Mustafa Safet a Ataşehira Stenbolê.       * 25'ê Gulanê roja Pêncşemê 20.30'an li Dika Alternatîf a Şanoyê ya Kocaeliyê dê lîstik bê pêşandan.