Jinên Botanê: Parastina ziman parastina hebûnê ye 2023-05-14 09:06:59   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên Botanê têkîldarî 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî axivîn û gotin: "Ji bo ku zimanê me tune nebe divê em zarokên xwe hînê kurdî bikin. Zarok pêşeroja me ye. Parastina zimanê, parastina zarok, ax û hebûna me ye."   Li paytexta Suriyeyê Şamê, di 15'ê Gulan a 1932'yan de, bi pêşengiya Celadet Ali Bedirxan kovara Hawarê hat weşandan. Kovara Hawarê ku berhema çapemeniya kurd a yekem ya bi tîpên latînî weşan kiriye, ji sala 1932'yan heta dawiya 1943'yan weşana wê berdewam kiriye. Her wiha di 15'ê Gulana sala 2006'an de ji hêla Tevgera Ziman û Pêrwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) ve di Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdî de, 15'ê Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin. cej   Her sal di 15’ê Gulanê de ev roj bi cûrbecûr bername û çalakiyan tê pîroz kirin. Bi minasebeta 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî jinên Botanê derheqê mafê zimanê de axivîn û banga xwedîderketina li zimanê dayikê hat kirin.     ‘Divê ciwan xwedî li zimanê dayikê derevin'    Hanîfe Îrmez destnîşan kir ku divê zarokên kurd bi zimanê dayikê perwerdê bibînin û got: “Bila zimanê me nas bikin û qedexe nekin. Lazime ku dibistana bi zimanê kurdî hebe. Min dixwest ez biçim dibistanê heke perwerdeya bi zimanê dayikê bihata dayîn. Ez diçim girtîgehê hevdîtina zarokên xwe lê ji bo ku zimanê tirkî nizanim yên wê derê zextê li min dikin. Ez kurd im û zimanê min kurdî ye. Zimanê zikmakî mafê min a herî yekser e. Divê bi taybet ciwanan  xwedî li zimanê xwe derbikevin.”   ‘Min 4 zarokên xwe li metropolan bi kurdî mezin kir’   Mûhlîse Înan jî diyar kir ku di parastina ziman de rola dayikan girîng e û wiha axivî: “Daxwaza min ji bo dayikên kurdan heye ku bila zarokên xwe bi zimanê dayikê mezin bikin. Çawa her netew bi zimanê xwe heye û bi zimanê xwe zarokên xwe mezin dikin, divê kurd jî li şûna zimanê tirkî bi zimanê xwe zarokên xwe mezin bikin. Min li metropolan 4 zarokên xwe jî bi zimanê kurdî mezin kir. Heke dayik bixwazin dikarin zarokên xwe di her şert û mercan de bi zimanê dayikê mezin bikin. Zarokên min niha jî bi tirkî naaxivin û kurdî diaxivin. Li Botanê çanda zimanê kurdî pêş ketiye divê ev çand ji bajarên din re bibe mînak. Ji bo min ziman her tişt e. Ziman, pêşeroj, azadî û nifşa nû ye. Divê em zimanê xwe biparêzin û bigihêjînin nifşên nû.”   ‘Ziman mafê mirovahiyê ye’   Meryem Îrmez jî bilêv kir ku her gel bi zimanê xwe heye û got: “Çawa ku mafê zimanê gelên din heye ya me jî heye ku em bi zimanê xwe bijîn. Her zarok divê bi zimanê xwe mezin bibin û perwerdehiyê bibinin. Ziman ji bo min mafê mirovahiyê ye. Heke ziman tune be mirov kêm dimîne û xwe winda dike. Kurd jî bi zimanê xwe heye. Di 15’ê Gulanê de jî banga xwedîderketina li zimanê zikmakî dikim. Divê kurd bi yekitîya xwe mafê zimanê ji binê betonê derxînin.”   ‘Parastina ziman parastina axê ye'   Leyla Bariş jî qedexekirina zimanê kurdî şermezar kir û wiha got: “Ji bo ku zimanê me tune nebe divê em zarokên xwe hînê kurdî bikin. Zarok pêşeroja me ye. Parastina zimanê, parastina zarok, ax û hebûna me ye. Divê zimanê me li her derê bi awayekî azad were axaftin.”   ‘Tu kes nikare zimanê me qedexe bike’   Herî dawî jî Şaziye Sumbul axivî û wiha banga xwedîderketina li ziman kir: “Tu kes nikare zimanê me qedexe bike. Ji dîrokê ve heya niha em hene, em ê hebin û zimanê me jî kurdî ye. Ev rastiyê tu kes nikare ji holê rake. Em zimanê xwe nadin şûna tu tiştê. Em bi zimanê xwe serfiraz in û em ê xwedî li zimanê xwe derkevin."