Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû 2023-05-13 12:14:28     NAVENDA NÛÇEYAN - Fînala Festîvala 2’yemîn a Çanda Kurd a Parîsê li Salle Gaveau bi stranên Rûşen Yilmaz, Bajar û Mehmet Atli pêk hat.   Li Parîsê bi hevkariya Konseya Demokratîk a Kurd a Fransa (CDK-F), Enstîtuya Raman û Lêkolînê ya li ser Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Weqfa Danielle Mitterrand a Parîs û piştgiriya 10’emîn Şaredariyên Parîs, Bobigny û Sarcelles fînala Festîvala Çanda Kurd a Parîsê pêk hat.    Kurdistaniyên li Parîsê dijîn û yên li ser çanda kurdî meraq dikin, di hefteya dawî de bi konser, pêşangeh, şano û çalakiyên cuda yên çandî hatin cem hev. Konsera fînalê ya festîvalê ku diyariya Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin hate kirin, bi stranên Rûken Yilmaz dest pê kir.   Di roja dawî ya Festîvala Çanda Kurdî ya Parîsê de hunermendên kurd ên naskirî û navdar ên ji kevneşopiyên cuda yên muzîkê hatin cem hev.   Koma Bajar bi stranên bêhempa ya kevneşopiyên muzîka Rojhilata Navîn, muzîka gelêrî û muzîka rock pêşkêş kir.   Di fînala konserê de Mehmet Atli derket ser dikê. Hunermendê ku di salên 1990’î de bi koma “Koma Dengê Azadî” dest bi karê muzîkê kir, berhemên hostayên kevneşopiya muzîka Kurdî pêşkêş kir.   Xebatkarên festîvalê ku heta derengiya şevê dom kir, dema derketin ser dikê careke din Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil bibîr anîn gotin “Li cihê ku em tên qetilkirin, em zêde dibin”   Konser bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.