Antolojiya helbest û çîrokên di zindanan de derket 2023-05-09 13:24:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindan de "Rabûna Berî li Gulberojan" bi piştevaniya PENa Kurd hat weşandin.    Antolojiya helbest û çîrokên nivîskarên di zindan de "Rabûna Berî li Gulberojan" bi piştevaniya PENa Kurd ve ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat weşandin. Amadekariya antolojiyê ji aliyê Roza Metîna û Jiyar Jahan Fard ve hat kirin. Ev antolojî wê di heman demê de ji nivîskarên girtî yên çîrok û helbestên wan tê de cih digirin re jî bê şandin.    Ji 139 helbest û 16 çîrokan pêk tê   Antolojiya Helbest û Çîrokên Nivîskarên di Zindanan de "Rabûna Berî li Gulberojan" ji 16 çîrok û 139 helbestên nivîskar û helbestkarên di zindanan de pêk tê. Helbest û çîrokên 39 helbestkar û nivîskarên di zindanan de di vê berhemê de cihê xwe digire. Di berhema "Rabûna Berî li Gulberojan" de destnivîsên nivîskar û helbestkarên di zindanan de jî cih digirin.  Li Bakurê Kurdistanê berhemeke bi vî rengî cara ewil tê çapkirin.