Li Kobanê Pêşengeha Karên Destan 2023-04-30 12:41:10     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kobanê di pêşegniya Weqfa Jina Azad de 5’emîn Pêşengeha Karên Destan hate vekirin.   Li Kobanê Weqfa Jina Azad 5’emîn Pêşengeha Karên Destan li navenda xwe vekir. Pêşengeha ku rastî eleqeyek mezin tê, tê de tabloyên wêne, karên destan ên hunerî, malên ku ji daran hatine çêkirin û kevirên ku li ser wêne hatine xêzkirin balê dikêşe.    Pêşengeh wê du rojan dewam bike.