Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî diyarî Jîna, Evîn û Garîbe tê kirin 2023-04-19 12:57:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî îsal bi dirûşma “Jin jiyan azadî" bê lidarxistin û xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn.   Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî par cara ewilî hatibû lidarxistin, îsal jî heman festîval tê lidarxistin. Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi pêşengiya Tor û Banos Film Production ve tê lidarxistin. Miracaetên ji bo festîvalê dest pê kirine. Kesên bixwazin filmên yek deqîqeyî çêkin, divê filmên xwe herî dereng heta 10’ê cotmeha 2023’yan bişînin ji tor.banos.film@gmail.com re. Piştî 5’ê gulanê film bi rêya mailê dê werin qebûlkirin.   Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), Tor Film Production li Amedê hat damezirandin, lê niha bi awayekî fermî li Ewrûpa kar dike. Banos Film Production jî li Rojava karên sînemayê bi rê ve dibe. Tor û Banos film bi hev re xebateke kolektîf dimeşînin û dibêjin, xebatên kolektîf dê bêhtir bi ser bikevin.   Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî hewl dide her sal babetekê diyar bike û li gorî vê babete film werin çêkirin. Sala par, babeta festîvalê “zimanê kurdî” bû. Festîvalê ji bo îsal jî babeta “jin”ê neqandiye û dixwaze derbarê jinan de filmên kurt û bi derb werin çêkirin. Ji lewma jî xelatên îsal dê li ser navê Jîna Amînî, Evîn Goyî û Garîbe Gezer werin dayîn û ji bo her xelatê dê 500 euro jî bên dayîn.   Wê endamên juriye bi temamî jin bin û festîvala îsal wê bi her awayî rengê jinê derxe holê. Ji bo Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya îsal, şertên tevlîbûnê hatin eşkerekirin.    Şertên tevlîbûnê weke li jêr in:   * Divê film herî zêde 1 deqe be. Bê jenerîk!   * Divê mijara film li ser “Berxwedana Jin ê” be.    * Her kes tenê bi filmekî dikare serî li pêşbirkê bide.    * Piştî film hatin şandin mafê Tor/Banos film production heye ku film di malperên xwe de bidin weşandin û li ser medyaya civakî parve bikin. Bi ti awayî mafê telifê nayê xwestin.   * Film dê ji aliyê Juriyê ve  werin xelatkirin.   * Film bi hemû cureyên sînemayê dikare were çêkirin. Ji bo cureya film sînor tine.   * Divê di filman de mafê têlifan were parastin.(Mûzîk,dîmen,deng,pirtûk û hwd)   * Filmên ku mafên zarokan, jin, berasteng û heywanan binpê dike bi tu awayî nayên pejirandin.   * Şandin û qebûlkirina filman bê pere ye. Herkes dikare filmê xwe bê pere ji me re bişîne.    Dosyeya mihracanê jî divê bi vî rengî be;   * Nav û paşnavê derhêner    *Biyografi û filmogfafiya derhêner   *Wêneyê derhêner    *Lînka film    *Sînopsîsa film bi Kurdî   *Sala Çêkirine   *Dema film