Banga tevlîbûna ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya Freiburgê 2023-04-18 13:16:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Çand û Sporê ya ku ji aliyê ciwanên Kurd ên li qada Ewropayê ve tê organîzekirin, îsal li bajarê Freiburg ê Elmanyayê bi navê "Festîvala Ciwanên Kurdistanê" tê lidarxistin.   Ciwan wê bi dirûşma “Li Hemberî Qirkirina 100 Salî Bi Çanda Xwe, Xwe Bi Rêxistin Bike!” di 20’ê Gulanê de li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê kom bibin.   Komîteya Amadekar a Festîvalê daxuyaniyeke nivîskî weşand, bal kişand ser girîngiya kombûna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê ya ku li ser ciwan û gelê Kurdistanê yên li Ewropayê dijîn.   Daxuyaniya Komîteya Amadekar wisa ye:   “Em ciwanên ku malbatên wan koçberî Ewropayê bûne yan jî ji ber sedemên siyasî neçar mane werin Ewropayê, em dixwazin balê bikişînin ser vî tiştî ku kombûna me gelekî girîng e. Ji bo ku em li ser axeke cihê û di nav çandeke biyanî de winda nebin, çalakiyên wisa gelekî girîng in. Ji ber ku yek ji kûrtirîn rêbazên şerê taybet a li dijî ciwanên îroyîn jî dûrxistina ji çandê ye. Bi vê re ciwanên ku nizanin çi dixwazin, dikare bi hêsanî ji hedefa xwe dûr bikeve. Em vî tiştî qebûl nakin û ji ber vê Festîvala Ciwanên Kurdistanê li dar dixin.   Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê dikin, werin em di 20’ê Gulanê de li bajarê Freiburg ê Elmanyayê kom bibin û ligel ku em li Ewropayê ne jî em çanda xwe zindî bihêlin.”   Bernameya Festîvalê:   *JINMA   *Bermal Cem   *Serhado   *Seyda Perînçek   *ÎboQamişlo   *Ulas Kelaşîn   *Koma Zelal   Çalakî   *Folklor   *Spor   *Kişand   *Kişandina kindirê   *Pingpong   *Parka zarokan."   Navnîşana Festivalê:   Navnîşan: Wiesentalstrasse2, 79115 Freiburg   Dîrok: 20’ê Gulana 2023’an   Saet: 10:00.”