Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê li Mexmûrê didome 2023-04-03 13:13:24     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 15’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji aliyê qada perwerdê ya wargeha Mexmûrê ve tê organîze kirin di roja 2’yemîn de dewam dike.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê 15’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku her sal ji aliyê qada perwerdê ya wargeha Mexmûrê ve tê organîzekir di roja 2’yemîn de dewam dike.   Mihrîcan bi beşdarbûna gel û hemû xwendevanan ya li pêşiya Parka Şehîd Aryen Cûdî bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên tevgera azadiya Kurdistanê bi coş û kelecanek mezin di roja xwe ya 2’yemîn de destpê kir.   Di roja yekem a Mihrîcanê de pêşengeh hatibû vekirin, îro jî li pêşiya Parka Şehîd Aryen Cûdîbi beşên sporê yên di nava dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî de hatibûn amadekirin weke bezên maraton, sed metre û çarsed metre, bilind avêtin, bisiklêt, dirêj avêtin û hwd.   Bi wê ve girêdayî kesên ku di wan beşan de pileya yekemîn, duyemîn û sêyemîn girtine jî li wir hatin xelatkirin.    Tê payîn sibe li Navenda Çand û Hunerê bi pîrozkirina 4’ê Nîsan mihrînca dawî bibe.