Mîhrîcana 3'yemîn a Amarayê li Şehbayê dest pê kir 2023-04-01 15:12:19     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Ciwanên Şoreşger ên kantonên Efrîn-Şehbayê sêyemîn mihricana Amara li kantona Şehbayê li dar xistin.   Tevgera Ciwanên Şoreşgerî ên kantonên Efrîn-Şehbayê bi dirûşma "Bi pêşketina şoreşa çandî û fikrî werin cenga azadiyê" 3'yemîn Mîhrîcana Amara ya çandî, hunerî û sporî li dar xist. Mihricana ku dê 4 rojan berdewam bike îro xebatên wê yên çandî û hunerî li wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê hatin pêşkêşkirin. Mîhrîcana Amara rengên çandî yên pêkhateyên Kurd û Ereb di nava xwe de dihewîne. Îro gelê kampa Berxwedan û saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Qada mîhrîcanê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên tevgera ciwanên şoreşger û Kongreya Star hatibû xemilandin.   ‘Em ê ji bo zindîkirina çanda xwe têbikoşin’   Mîhrîcanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ji aliyê Rêvbera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Efrîn-Şehba Emîna Hec Ebdo ve axaftina vekirina mîhrîcanê hat kirin. Emîna Hec Ebdo sêyemîn mîhrîcana Amarayê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê azadîxwaz pîroz kir û ev tişt got: "Em 3'yemîn mîhrîcana xwe li Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em îro li hev civiyane û çanda xwe pêşkêş dikin. Em ciwanên Rêber Apo ne û em ê ji bo azadiya wî her û her li ser piya bin û di nava çalakiyan de bin. Li hemberî qirkirina çandî ku ji hêla hêzên desthiladar ve tên kirin em ê biparêzin ew jî bi lidarxistina mîhrîcanan û gihandina dengê folklora civakak me ji cîhanê re. Em soza berxwedanê li hember faşîzmê nûjen dikin û em ê ji bo zindîkirina çanda xwe têbikoşin."   Piştre helbest bi Kurdî, koma Êzidiyan a Zerdeşt a stranên kurdî, koma Baz Mordem a stranên Erebî, koma Mezlûm Nisêbîn a şano, koma Zinarîn Cudî ya guvendê, koma Demhat Cizîr a stranên Kurdî, koma Beraêm a Rûbar Roboskê û koma Şimêdîn a guvendên Erebî hunerên xwe ji beşdaran re dan pêşandan.   Sêyemîn mihricana Amara dê 4 rojan li kantona Şehbayê berdewam bike.