Hem çanda xwe diparêze û hem jî debara xwe dike 2023-04-01 09:04:25     Sema Çaglak   ŞIRNEX – Fayrûz Nibat a ku di dikana ku li Silopiyayê vekiriye de cil û bergên netewî didirû hem çanda kurd diparêze û hem jî debara xwe dike.   Krîza aborî ya ku ji ber polîtîkayên desthilatdariyê roj bi roj kûr dibe herî zêde bandora xwe ya neyînî li jiyana jinan dike. Jinên ku di bin bandora krîzê de ne, têkoşîna jiyanê didin, di heman demê de hewl didin çanda xwe biparêzin. Feyrûz Nibat a li navçeya Silopî ya Şirnex, di dikana xwe ya ku cilên neteweyî didirû de çanda xwe  diparêze li dijî krîza aborî ya heyî li ber xwe dide.   'Min nexwest xwe bi malê ve bi sînor bikim’   Feyrûz, a ku berî bi 2 mehan biryar daye  vê dikanê veke wiha got,: “Beriya ku vê dikanê vekim li çend bajarên Tirkiyeyê bi demên kurt xebitîbûm. Piştî demekê êdî di hundirê malê de mam. Lê min nexwest ez bi hundirê mal ve bi sînor bimînim û min biryar da ku ez dikanek vekim û pê debara xwe bikim. Pêvajoya vekirina dikanê  zehmet bû lê asta niha ku hatimê min kêfxweş dike. Gava me dikan vekir piştî demekê erdhej çêbû. Bandora erhejê jî demek dirêj berdewam kir. Lewra karê me jî rawestiya. Niha jî hêdî hêdî karên xwe bi rêk û pêk dikim.”   ‘Çanda cilên kurdî belav dibe’   Feyrûz, diyar kir ku zêdetir jinên ciwan bala wan li ser cil û bergên neteweyî ye û got: “Li Botanê çanda kurd gelek xurt e. Lê di demên dawîn de ev çand her diçe qels dibe. Lewra min xwest bi dikana cil û bergên nerweyî  hem çanda xwe biparêzim hem jî pê debara xwe bikim. Gava kiryar tên bi kêfxweşî temaşe dikin. Ez dixwazim li hemû bajarên kurdan çanda lixwekirina cil û bergên neteweyî berdewam bike . Dikanên wiha jî ji bo parastina vê çandê derfet in. Niha tenê ne li Kurdistanê kurd hem ji aliyê Ewropayê hem jî ji bajarên Tirkiyê ji bo cil û bergên neteweyî yên kurd sîoparîş didin û ew jî nîşan dide ku hîna bala wan li ser çanda wan e.”   ‘Jin êdî li her qadê ne’   Feyrûz, daxuyand ku divê her jin baweriya xwe bi xwe bîne û li ser piyên xwe bisekine. Feyrûz,wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jina ku li ser piyên xwe bisekine û xwe hewceyî kesên din neke ew jin serfiraz e. Ez jî kêfxweş im ku bi keda xwe debara xwe dikim. Bêguman esnaftî ji bo jinan zehmettir e.  Lê êdî jin li her qadên civakî cih digirin. Gava em lê dinêrin esnafên jin zêde bûne. Ewilî digotin jin bila nexebitin, li hundirê malên xwe bimînin lê êdî jin hişyar bûne û wî tişî qebûl nakin. Ez dixwazim hemû jin li ser piyên xwe bisekinin û bila xwe hewceyî tu kesî nekin. Jin ji hevdû cesaretê digirin.”