Di Mîhrîcana Yekta Herekol de koma jinan derket ser dîkê 2023-03-28 21:34:26   NAVEDA NÛÇEYAN - Di roja 2ʹyemîn a Mîhrîcana Sehîd Yekta Herekol de şanoya ʹÇentê Wesoʹ ya Hîlala Zêrîn hat pêşandan.   6ʹemîn Mîhrîcana Sehîd Yekta Herkol  bi eleqeyek mezin di roja duyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dewam dike.    Di roja duyemîn de Koma Darsî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a taybet a jinan a kantona Hesekê şanoya ʹÇentê Wesoʹ pêşanda. Şano behsa çîroka malbatekê dike ku di şoreşa Rojava de  di nava saziyan de cih girt girtiye û li gorî berjwendiyên şêxsî bi kar tîne.  Ji bo vê malbatê xizmetkarek kar dike û mafên wê tên binpêkirin. Şano vê nameyê dide ku jiyan û kar ne ji bo komkirina serwetan û înkarkirina mafan e. Lê ji bo xizmta civakê û pêkanîna armancên durist e. Mîhrîcana Yekta Herekol wê heta destpêka Nîsanê dewam bike.