Albûma 'Apo Newroz e' derket 2023-03-20 10:15:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Albûma 'Apo Newroz e' ya Koma Cûdî derket ku diyarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye kirin.   Albûma 'Apo Newroz e' ku Koma Cûdî demeke dirêj bû amadekarî jê re dikir û berhema karekî kolektîf e, hate weşandin.   Ji bo albûma 'Apo Newroz e' ji Rojava, Ewropa, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê piştgirî û nêrîna nivîskar, rewşenbîr û hunermendan hate wergirtin.   Gotinên her berhemenê yên hunermendekî ne. Qeyda albûmê li Studyoya Orkêş a li Amûdê hate kirin. Gotinên strana 'Apo Newroz e' ya Ednan Îbrahîm e, muzîka wê jî ji aliyê Şivan Cizîrî û Baran Dilbihar ve hatiye amadekirin.   Di albûma 'Apo Newroz e' ev berhem hene: Çiyayê Cûdî, Çiya li deştê kir, Kewê gozel, Desmala govendê, Mizgîna azadiyê, Destanê Êzidxanê, Avaşîn, Lehengên Botanê, Mamiz û Ho reşo, dara li homê.