Ji derhêner Berfîn atolyeyên şanoya Kurdî 2023-02-02 09:01:24     Şehrîban Aslan   AMED - Lîstikvan û derhêner Berfîn Zenderlîoglu  bi hevkariya şanoyên Amed, Êlih û Wanê atolyeyên şanoya Kurdî pêk tîne. Berfînê wiha vegot: “Em tecrubeyên cuda bi hev re par ve dikin. Ew dipirsin ez jî heta ji destê min tê dibersivînim. Em tiştên nû fêr dibin. Atolye ji ber vê girîngin.”   Lîstikvan û derhêner Berfîn Zenderlîoglu ji 2004’an heta niha xebatên şanoyê dimeşîne û derhêneriya gelek lîstikan kiriye, gelek serkeftin bidest xitiye. Di lîstikan de cih dide Kurdî û niha di atolyeyan de perwerda Kurdî dide. Berfînê der barê atolyeyên li Amed, Wan û Êlihê pêk tîne agahî dan.   Berînê ku di şanoya Seyrî Mesel de wek lîstikvan, hîndekar û organîzator xebitiye niha atolyeyên li Amed, Wan û Êlihê pêk tîne. Berfînê got: “Me ewil atolye li Êlihe da destpêkirin. Sê rojan berdewam kir. Piştre li Amedê me pêk anî. Piştre ez ê biçim Wanê. Li Wanê jî wê 3 rojan berdewam bikin. Piştre ez diqedînim. Sernavên atolyeyan dramaturjî û derhêneri ye. Ji ber di van qadan de gelek valahî heye. Bi taybet ji bo şanoya Kurd zêde atolye nayên kirin. Ji ber vê min hewcedarî bi vê dît.”   ‘Atolye girîng û bi nirxin’   Berfînê da zanîn ku atolye bi hevkariya şanoyan pêk anie û wiha vegot: “Li Êlihê bi Şermola û Yenî Sahne re atolye hat kirin. li Amedê jî bi hevkarya Şanoya Bajar a Amedê re, li Wanê jî bi Şanowan re hat kirin. Gelek xweş derbas dibin. Em tecrubeyên cuda bi hev re parve dikin. Ew dipirsin, heta ji destê min tê ez jî dibim berfsiva wan. Em tiştên nû fêr dibin. Ji ber vê jî atolye girîng û bi nirxin.”   ‘Eleqe mezine’   Berfînê destnîşan kir ku eleqeya ji bo atolyeyan gelek zêde ye û wiha anî ziman: “Eleqe bêguman xweşe. Lê ez van xebatan bi sînor dihêlim. Ji ber dema tevlibûn zêde dibe eleqedarî jî zehmet dibe. Ji ber vê niha herî kêm bi 12 kesan tê kirin yanî di her atolyeyê de 15 kes hene. Zimanê atolyeyên min Kurdî ne û bi taybet min Kurdî tercih kir.  Ligel hemû qedexe û ambargoyan cihê şanoya Kurd hatiyê gelek girînge. Karê şanogerên Kurd ji şanogerên din zehmetire. Ez dibêjim ku divê em bê şano nemînin. Em her tim di têkiliyê de bin.”