'Divê muzîka kurdî wekî hinceteke hebûnê bê dîtin' 2023-01-31 09:02:41     Melike Aydin    ÎZMÎR - Ji solîstên Koma Ma'yê Evindar Dulek bi lêv kir ku muzîka kurdî ji aliyê ziman û çandê de gelekî girîng e û got:"Divê muzika kurdî wekî derbaskirina demê yan jî tenê ji bo kêfê neyê destgirtin, divê muzîka kurdî wekî hinceteke hebûnê bê dîtin. Ew ê di pêvajoya pêş de projeyên mîna konseran bidomin."   Ma Music Center, li Enqere, Îzmîr, Stenbolê bi tevlîbûna bi sedan kesan konser li dar xist. Seyme Organizasyon, Ma Music Center di nava hevkariyê de ev konser li dar xistin û gel eleqeyek baş nîşan da. Ji solîstên Koma Ma'yê Evindar Dulek têkildarî xebatên pêş de agahî da ajansa me.    'Li dijî çanda gelê kurd polîtîkayek kûr tê meşandin'   Evîndarê bi lêv kir ku ew li Amed û Kurdistanê gelek caran konseran li dar dixin û sedema tûrneya li metropolên Tirkiyeyê jî eleqeya gelê li wir e û got:"Ji bo ziman û çanda kurdî bê parastin em ji armancekê xizmetê dikin. Li dijî çanda gelê kurd polîtîkayek kûr tê meşandin. Loma ev xebata ji bo watedar e. Me di dawetan de stranên xwe digotin û di şînan de em zêmarên xwe diqêriyan loma me wiha çanda xwe didomand. Niha jî ji bo em vêya dewam bikin girîngiya konseran heye. Ji bo em bi rehetî bêjin em kurd in divê em bêtir bi muzîkê ve bên girêdan."   'Divê muzîka kurdî wekî hinceteke hebûnê bê dîtin'   Evîndarê da zanîn ku berê jî û niha jî muzika kurdî yan jî gotinên wê tim hatine dizîn û wiha pê de çû:"Ji bo em bergiyê li vî tiştî bigirin divê ev konserana bên lidarxistin. Divê muzika kurdî wekî derbaskirina demê yan jî tenê ji bo kêfê neyê destgirtin, divê muzîka kurdî wekî hinceteke hebûnê bê dîtin. Ew ê di pêvajoya pêş de projeyên mîna konseran bidomin."   'Ger stran zindî bimînin wê dîrok jî zindî bimîne'   Evîndarê da zanîn dengbêjî û muzîka kurdî bi tevahî çandekê diafirîne û çanda kurdî wiha zindî dimîne û wiha lê zêde kir:"Di repertuara me de stranên ku bi windabûnê rû bi rû ne jî hene. Ji bo ev stranan em ji nû de zindî bikin em li ser dixebitin. Ev hem ji bo me hem jî ji bo gel girîng e. Ger stran zindî bimînin wê dîrok jî zindî bimîne."   'Konser têkiliyê xurt dike'   Evîndarê da zanîn konser têkiliya di navbera civakê de xurt dike û wiha got:"Em çiqasî li bajaran zêde konseran li dar bixin wê muzîka kurdî jî ewqas belav bibe. Muzîka kurdî ji bo gelê kurd ji ziman û çanda xwe dûr nekeve girîng e."    Wê li Amedê sê konser bê dayin   Evîndarê diyar kir ku wê li Amedê sê konser bên dayin û wiha got:"Em nirxê didin vê çand û muzîkê. Hûn jî nirxê bidên û biparêzin."