'Divê em bi çar destan çand û hunera xwe himbêz bikin' 2023-01-18 09:04:21     Medya Uren   AMED - Rêvebira Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Hilala Zêrîn Fewaz Muhammed got: "Jin li Hilala Zêrîn xwe bi rê xistin dikin û li dijî êrişên dagirkeriyê dibin çeka herî bi hêz."   Kevana Zêrîn di sala 2016’an de kete meriyetê û di sala 2020’î de bi çêkirina duyemîn kongreya xwe re bi navê Tevgera Hilala Zêrîn li 4 Kantonên Rojavayê Kurdistanê navendên xwe ava kirin. Li her bajarî ji bo parastina çandên Mezopotamyayê pêşengtiyê dikin. Derbarê çanda Suryanî, Ereb, Kurd, Ermen, Êzidî û wekî din de xebatên berfireh didin meşandin û berhemên wan dibin destkeftiyên Mezopotamyayê.   Xebatên Tevgera Hilala Zêrîn her çiqasî di rojên taybet ên weke 8’ê Adarê, 21’ê Adarê û weke din de derketibin pêş jî li dijî mijarên jiyanî û bi taybetî li dijî êrişên li ser çar parçeyên Kurdistanê pêk tên de di warê hunerî de pêşengtî kirin. Bi taybetî di nava salekê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin jî xebatên weke “pêşengeha wêneyên rêbertî” û weke din xebatên hunerî hatin meşandin. Şevbihêrk hatin lidarxisitn, 6 şahî ji bo zarokan hatin amadekirin û 3 jî li kolanan pêk hatin. 2 ji bo jin û 2 ji bo zarokan 4 klîp hatin amadekirin. Stranek li ser asayîşa jinê hat tomarkirin û ji bo zarokên Minbicê jî stranek hate tomarkirin.   Derbarê Tevgera Hilala Zêrîn de Rêvebira Tevgera Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Hilala Zêrîn Fewaz Muhammed bi ajansa me re axivî.   Li çar kantonan navendên çandî   Fewaz bi nasandina rêxistina çandê ya Hilala Zêrîn re dest bi axaftinê kir: “Çand nasname û hebûna civakê ye. Beriya şoreşê weke komên govendê, komên stranbêjî û weke din cuda cuda xebat dihatin meşandin. Ew jî ne tam rêxistinkirî lê di warê pêşxistina çandê de komên girîng bûn. Ev jî mixabin tenê bi şahiyên navxweyî re sînordar dihiştin. Bi şoreşa ku weke şoreşa jinê ya li Rojava re êdî di warê çandê de jî gavên mezin hatin avêtin. Li ser çar parçe kantonan û bajarên Efrîn, Heleb, Hesekê, Kobanê, Qamişlo û gelek cihên din navendên çand û hunerê hatin vekirin. Di hemû beşên hunerê de xwepêşxistinek bi lez pêk hat. Êdî di rojên taybet ên weke 8’ê Adarê, Newrozê û weke din xwepêşandanên bi coş hatin pêşkêşkirin. Di pêşengiya jinê de xebatên serkeftî pêş ketin. Di sala 2016’an de jî Tevgera Kevana Zêrîn hate vekirin û bi vê re xwerêxistinkirinek çêbû. Di destpêkê de nav, Kevana Zêrîn bû.”   ‘Em çanda jina xwedawend zindî dikin’   Fewaz di berdewamiya axaftina xwe de têkildarî naveroka xebatên hatine meşandin de wiha got: “Zarok pêşeroja civakê ne. Bi taybetî jî em di warê perwerdehî û pêşxistina jinan de jî hewldanekê didin. Ji bo li rojava çanda resen a jinê zindî bê hiştin. Ji ber herî zêde zext û êrişên bişaftina çandî li ser kesayeta jinê pêk dihat. Ya herî zêde li hemberî van zextan li berxwe daye jî cardin jin bi xwe ye. Sedema vekirina Kevana Zêrîn jî dayîna berdewamkirina çanda jina xwedawend bû. Di sala 2020’î de me konferansa xwe ya duyem li dar xist. Di konferansê de me navê wê guherand û kir Tevgera Hilala Zêrîn. Ji ber em weke tevger ne tenê xebatên çanda Kurdî, xebatên giştî yên Mezopotamyayê diparêzin û didin jiyîn. Ji Suryaniyan heyanî Ereb, Kurd û çandên din ên em bi hev re dijîn em dixebitim. Em bi çandê bihevrebûna xwe jî bi rêxistin dikin.”   ‘Li ser geşedanan em hewl didin xebatê bikin’   Fewaz diyar kir ku ji bo ew jêhatina heyî ya hilberînê pêş bixin di gelek beşan de xebatê dikin. Fewaz got ji nexşan, karên dest, wêne û weke din perwerde têne dayîn. Fewaz wiha berdewamkir: “Ji  bo çand wenda nebe û zindî were hiştin em tim di nava liv û tevgerê de ne. Me festîvalên zarokan amade kirin û bajar bi bajar xebatên zarokan pêk anî. Em dixwazin di demên pêş de bêhtir li ser zarokan rawestin û ji bo hemû zarokên Mezopotamayê bibin heval. Li gel wê jî em çalakiyên cur bi cur ên hunerî pêk tînin. Li ser geşedanên di Kurdistanê de bi giştî pêk tên jî em hewl didin bi germî xebatê bikin. Bi taybetî weke mînak bi qetilkirina jina kurd Jîna Emînî re me 3 klîp derxistin. Em ê di van mijaran de hestiyar in û em ê di demên pêş de bêhtir pêşengtiya parastina çanda xwe bikin.”   ‘Divê em bi çar destan çand û hunera xwe himbêz bikin’   Fewaz di serî de girîngiya çand û hunerê ya di nava civaka Kurd de nirxand û got: “Erdnîgariya em  li ser in ji her milî ve xwedî dewlemendiyên mezin in. Gelek gavên girîng li ser vê axê hatin avêtin ku yek ji wan xalên şaristaniyê pêş xistiye û di cihekî girîng de cih digire çand û huner e. Em xwedî çanda herî kevnar û xwedî dewlemendiyek mezin a çandê ne. Bi hezaran salan e di pêşengiya jinê de hate pêşxistin û niha jî pêş dikeve. Her tim jî êrişên li hemberî çand û hunera me berdewam in. Ji ber destdirêjiya heyî divê em bêhtir xwedî li çanda xwe derbikevin. Pêwîst e zindî were hiştin. Her tim bi her awayî em bijîn. Çanda me ne tenê bi govend, stran, dengbêjiya ku di navneteweyî de navdar bûyî re sînordar e.”   ‘Divê em çanda xwe bi rêxistin bikin’   Fewaz da zanîn divê ew çanda xwe bi rêxistin bikin û wiha lê zêde kir:"Pêwîst e em çanda xwe bi rêxistin bikin. Li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî çanda kurdî êrişên giran pêk tên. Dixwazin hemû destkeftiyên me, kevneşopiya me, dîroka me tune bikin. Yên ku ji vê re xizmetê dikin jî dijminê wan ên herî mezin in. Mînaka vê ya herî nêz jî êrişa li ser avahiya Çandê ya Ahmet Kaya bû. Hewil didin ku bi vî rengî bişaftinê pêk bînin, dixwazin bi qetlîaman bi me paş de gavê bidin avêtin. Lê belê hîna fêr jî nebûne ku em ew kes in ên di komkujiyên mezin re derbas bûne. Me ruxmê her tiştî çanda xwe parast. Lê belê divê li dijî êrişan her tim em xwe bi rêxistin bikin."   ‘Em xwe bi hunerê îfade dikin û aramiyê diafirînin’   Fewaz bi lêv kir li gorî girîngiya çandê ew ê çawa bibin bersiv ew tim di nava hewldanan de ne. Fewaz wiha qala xebatên çandê kir: “Gelek projeyên me yên çand û hunerê hatin pêşxistin. Ger em balê bidin ser jî em dibînin ku zêdetirînê xwe hevalên jin tê de cih digirin û van xebatan ji dil himbêz dikin. Niha jî çawa di şoreşê de jin pêşengtî kir di hemû beşan de jî vî cihê xwe diparêze. Îro perwerdeyên me ji zarokên biçûk heyanî yên kal bin jî tên dayîn. Ji ber ku çiqas civak bi hunerê xwe îfade bike ewqas wê aramiyek ava bibe. Ji wênexêzî, stran, dengbêjî, lêxistina amûran û beşên din de jî ji 7 salî heyanî 70 salî komên me hene. Em civakê komî ser hev dikin, rêxistin dikin û pêş dixin.”   ‘Em ji her tiştî re amade ne’   Fewaz bal kişand ser êrişên li dijî Rojava pêk tên û bandorên wê yên li ser civak û hunerê. Fewaz wiha axivî: “Civaka me timî bûye mexdûrê êrişên dagirkeriyê. Zarokên me di bin van şert û mercan de mezin bûne. Lewra kombûna wan a li dora çandê di vî aliyê derûnî de jî xwedî girîngiyek mezin e. Ji bo derbaskirina birînên şer perwerdeya li saziyên me yên çand û hunerê tên dayîn êdî pêdiviyek bû. Çand û huner çeka me ya herî mezin e li hemberî şer û dagirkeriyan. Li hemberî bişaftin, qirkirin, jenosîd û talanan huner mertala xweparastinê ye. Di hemû zarokên xwe yên em perwerde dikin de jî em vê hêrs û kelecanê dibînin. Em ji her tiştî re amade ne.”