'Ez bi hunera xwe birînên axa xwe ya bûye çar parçe, dipêçim' 2023-01-17 09:02:40     Medya Uren    AMED -  Hunermend û grafiker Asli Flîz a xwe weke jineke kurd a axa wê bûye çar parçe pênase dike dide zanîn ew di bin bandora erdnîgariya xwe de maye û wiha pê de diçe:"Li ser erdnîgariya me jî gul û roj hene em xêz bikin. Lê mixabin siya şer û komkujiyan destûra wê neda. Pêwîst dike ku hunermend jî hunera xwe weke çekekê li hemberî şer û komkujiyan bide bikaranîn."   Hunermend Asli Flîz pêşengeha xwe ya sêyemîn li Hambûrgê pêşkêş kiribû. Di pêşengehê de cih da serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ya bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi qetilkirina keça kurd Jîna Emînî re bilind dibe, şoreşa jinên Rojava, Aysel Tugluk, Garîbe Gezer û wekî din…   Asli Flîz xebatên xwe û bandorên li ser hunera wê kiriye, nirxand. Asli Flîz kî ye?   Asli Flîz bi eslê xwe ji navçeya Kanîreşê ya bajarê Çewlîgê ye. Heta 8 saliya xwe li Kanîreşê dijî. Asli kurtejiyana xwe bi van gotinan parve dike: “Ez pêvajoya li Kanîreşê bûm, dibûm şahidê şerê di navbera gerîla û leşkeran de. Di wan deman de bavê min ji aliyê leşkeran ve hate girtin û demek dirêj venegeriya malê. Ji ber zext û êrişên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê dida meşandin û di heman demê de ji ber pirsgirêkên siyasî yên bavê min, em di sala 1992’yan de koçî bajarê Stenbolê bû. 27 salan li Stenbolê mam û 6 sal in jî li Hamburgê dijîm.”   20 sal in ji bo hunerê kedê dide   Asliya ji zarokatiyê ve eleqeya wê bi wênexêziyê re heye dibêje: “Eleqeya min a bi wênexêziyê re piştî em koçber bûn şûnde zêdetir bû. Piştî min dibistan qedand şûnde, min bi taybetî xwest wênexêzî û grafîkê bixwînim. Min li gorî daxwaza xwe zanîngeh qedand. Di sala 2000’î de di rojnameya Ozgur Gundemê de min tecrûbeyên xwe yên yekem qezenç kir. Xebata min a li vir ji bo min gelek girîng bû. Min hem tiştê fam kiriye ragihand hem jî gelek agahî ji wir qezenç kir. Di warê îdeolojîk û polîtîk de jî min gelek têr kir. Piştî demekê min bi Evrîm Alataş re di dawiya hefteyan de, dest bi derxistina beşa hunerê kir. Di 20 salên dawî de jî wekî şêwekara grafîkê, min di kovar û ajansan de cih girt. Niha jî ez bi kurê xwe re li Hamburgê dijîm û di ajansek reklaman de dixebitim. Ji ber di warê hunerê de di astek zêde de xwe pispor nabînim, niha jî di zanîngeha Hamburgê de, di beşa hunerên xweşik de dixwînim. Min li zanîngehê pisporek ê hunerê nas kir û wê demê li destxetên min temaşe kir. Bi taybetî min teşwîqî xêzkirina wêneyan kir. Min xwe li wir careke din keşif kir.”   ‘Axa çar parçe herî zêde bandor li ser min kir’   Asli dema qala jiyana ku bandorê li ser hunera wê dike, kir da zanîn bi awayekî giştî jî li ser erdnîgariya kurdan gelek êş hatine jiyîn û wiha berdewam dike: “Ez jineke Kurdistanî ya axa wê li çar parçeyan hatiye parçekirin im. Mixabin bandora herî mezin li ser me kiriye jî ev e. Dil dixwest ku ez jî weke Van Gogh gulekê xêz bikim an jî tîrêjên rojê bişopînim û tesbîta sehê bikim û hunerên rengîn derxînim holê. Li welatê me kulîlk jî pir in û roj ji pir e. Lê mixabin şert û merc dest nade vê yekê. Ji ber van sedeman jî me nekarî em weke Van Goghekî bi xêzkirina kulîlkan navdar bibin. Dema qetlîam pêk dihat û xwîn diherikî me nedikarî vê yekê bikin. Li welatê me dayik xemgîn in, jin û zarok xemgîn in û têne qetilkirin. Weke jinek kurd ku komkujî li ser pêk tên, pêwîst e min di serî de birînên xwe bipêçiya. Cardin dema min birîna xwe nixumand ez dixwazim tiştên cuda jî xêz bikim. Ji ber vê jî ez gelek lêkolînan dikim. Ez hêvî dikim ku aştiyek domdar were welatê me û ez di wê atmosferê de hunera xwe pêş bixim.”   Jinên hatine qetilkirin bi rengan şîrove kir   Asli beriya çend rojan li Hamburgê bi dirûşma “Jinên Dijîn” pêşengehek vekir. Asli qala pêşengehê û navê ku li pêşengeha xwe kiriye wiha şîrove dike: “Li gorî min dema em navê jinên hatine qetilkirin zikir bikin em ê wan bidin jîyîn. Ji ber wê jî min got jinên dijîn. Min jinên ku ji aliyê hişmendiya mêrê deshilatdar ve hatine qetilkirinê xêz kir. Min bi pêşengehê re eleqeyek xweş girt. Ev pêşengeha min 3’yem bû ku ji bo min gelek girîng bû. Min jinên li Kurdistanê hatine qetilkirin bi rengan şîrove kir. Ji her kesê şîroveyên girîng hatin û ya bala min kişand jî jinek Tirkiyeyî bû. Wê jinê ji min re got ‘bêyî ku em çîrokên we bizanin li heman welatan em jiyan e.’   ‘Huner çek e, hunermend vê çekê çawa dinirxîne?’   Asli têkildarî bandorên dagirkeriyê yên li ser hunermendan dike wiha got: “Weke mînak tabloya Pîcaso ya bi navê Guernîka yek ji berhemên wî yê navdar e. Ev jî di cîhanê de bû yek ji nîşaneya hunera li dijî şer. Em dikarin bêjin çawa ku huner di nava civakê de di gelek mijaran de pêşengtiyê dike pêwîst e bi heman rengî li dijî şer jî pêşengiyê bike. Ew dîmenên reş di dîroka mirovahiyê de bê mirin dikin. Di hemû çiqên huherê yên weke nivîs, wêne, sinema û weke din de jî divê bi heman rengî bibin pêşeng. Em dikarin bêjin huner çek bi xwe ye û hunermend vê çeka xwe çawa dinirxîne girîng e. Min jî bi vê armancê di xebatên xwe de bi taybetî li ser jinên têkoşer ên Kurdistanê xêz kir. Garîbe Gezer a li girtîgehê hatiye qetilkirin, Aysel Tugluk a rastî binpêkirina mafan hatiye, Jîna Emînî ya li Îranê hatiye qetilkirin min xêz kir. Niha li qadan têkoşînên girîng hene. Ez jî xwe weke şervanekê dibînim. Ji ber rola hunermend jî di vê astê de wiha ye. Li hemberî van bûyerên di civakê de dijîn divê hunermend rola xwe bilîze.”   ‘Em jin çiqas yek bin, ewqas bi hêz in’   Asli herî dawî bal kişand ser yekîtiya jinê û wiha got: “Di 15’ê Sibatê de pêşengehek têkel heye ez ê beşdar bibim. Wê pêşengehek ji 3 hezar kesî pêk tê be. Ez û kurê xwe em ê bi hev re beşdar bibin. Li pey wê di meha gulanê de jî ez ê serbixwe pêşengehekê çêbikim. Ez ê bi taybetî di pêşengehên xwe de giraniyê bidim  jinê. Niha li welatê ez dijîm bernameyên min hene. Lê belê dil dixwaze di demên pêş de ez li bajarên din jî hunera xwe pêşkêş bikim. Ez dixwazim rastiya li ser erdnîgariya me ya heyî belav bikim. Em jin çi hunerî be çi civakî be çiqasî bi saza xwe, bi dengê xwe û hunera xwe em bibin yek, em ê ewqas bi hêz bibin.”