Ciwanan sersal pîroz kirin 2023-01-14 18:33:31   MÊRSÎN - Li Mêrsînê li du deverên cuda şahiya Serê Salê hat lidarxistin. Ciwanan li kolanan sersala welatiyan pîroz kir.    Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê li avahiya xwe şahiya Serê Salê li dar xist. Sersala Kurdî bi guhdariya stranên dengbêj û hunermendan hat pîrozkirin. Rêveberên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de govend hat gerandin û piştre şahî bi dawî bû.    Meclisa Ciwanan a HDP’a Mêrsînê jî li taxaYenîpazara navçeya Akdenîza Mêrsînê li hev civiyan Serê Salê pîroz kirin. Ciwan li erbaneyan dan û li taxê geriyan û li deriyê xelkê dan û sersala welatiyan pîroz kirin.