Li Cizîrê serê salê hat pîrozkirin 2023-01-13 20:59:13   ŞIRNEX - Li Cizîrê  serê salê bi coş hat pîrozkirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belekê li avahiya komeleyê serê salê pîroz kir. Rêxistina HDP’ê ya bajêr û navçeyê û gelek welatî tevli bernameyê bûn.   Bername bi axaftina Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Cahit Akil dest pê kir.  Cahît xwest ku ev sal bibe sala azadî û aramiyê û wiha dirêjî dayê: "Çanda Kurdan gelek dewlemend e. Em dixwazin çanda xwe bidomînin. Dar li ser koka xwe şîn dibe. Di vê pêvajoyê de gelê Kurd xwedî li çanda xwe derdikeve. Sersal ji bo ku mirov hin armanca bide pêşiya xwe destpêka hin tiştan e. Em hêvî dikin ku sala 2023’yan bibe wesîleya jiyaneke aram û azad.”     Piştî axaftinan bername bi stranên Kolektîfa Awazên Azad û helbestxwendinê berdewam kir.