Li Mêrdînê pîrozbahiya serê salê 2023-01-13 13:12:12     MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qoserê şahiya Serê Salê li dar xist.    Gelê kurd sersala xwe li gorî salnameya Rûmî pîroz dike ku li gorî salnameya Mîladî 13 roj piştre ye. Şahiyên Serê Salê ji duh ve dest pê kirine. Di vê çarçoveyê de Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê li Qoserê şahiya Serê Salê li dar xist. Gelek kes tevli şahiyê bûn. Xebatkarên Komeleyê li kolanên navçeyê geriyan û li erbenayan xistin. Piştre li avahiya komeleyê şano hat pêşandan û stran hatin gotin.