Li Çoman û Qeladizê pîrozbahiya şeva Yeldayê 2022-12-21 09:59:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Qeladizê bi boneya Şeva Yelda çend çalakiyên hunerî hatin lidarxistin. Her wiha li bajaroka Çoman a ser bi Hewlêrê bi çalakiyek hunerî şeva Yelda ku şeva herî dirêj a salê ye hate pîrozkirin.   Li Qeladizê bi boneya şeva Yelda bi pêşengiya Peymangeha Kompûter ya Qeladizê çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.   Yek ji amadekara çalakiyan Sinur Umer ji Rojnewsê re axivî û got; “Me weke mamosta, xwendevan û malbatên xwendevanan, xwest bi hinek çalakiyên hunerî û edebî bi boneya Şeva Yelda lidarbixin. Armanca me ya van çalakiyan jî nasandina çand û hunera kevin ya Kurdiye.”   Li Çomanê çalakiya Şeva Yeldayê   Li Qeladizê bi boneya Şeva Yeldayê çend çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.    Li Hola Geştûguzarî ya bajaroka Çoman a ser bi Hewlêrê bi tevlîbûna dehan kesan û hurmendan şeva Yelda ku şeva herî dirêj a salê ye, bi çalakiyek hunerî hate pîrozkirin.   Berpirsê Giştî yê Saziya Geştûguzarî Helgurt Mihemed diyar kir ku di şeva herî dirêj a salê de malûvanî ji hejmarek ciwan û jinan re kirine û ji bo derbaskirina şevê çalakiyên rengareng kirine.   Di çalakiyê de stran û heyranok hatin gotin, helbest hatin xwendin û metelok û gotinên pêşiyan ên herêmê hatin gotin.