'Ziman hem nasname û hem jî dîroke' 2022-10-29 09:06:32     WAN - Mamosteya kursa zimanê kurdî Nazîme Bor, di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û got: "Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê divê xebateke hevpar bê kirin û di serî de em jîn û tevahiya civakê dê parastina zimanê xwe bikin."   Asîmîlasyona li hemberî zimanê kurdî bi her cureyan didome. Li dijî wan polîtîkayên qirkirina ziman xebatên parastina ziman jî didomin. Jinên ku parastina ziman dikin banga xebatên hevpar dikin. Mamosteya kursa zimanê kurdî Nazîme Bor der barê girîngiya zimanê dayikê de ji ajansa me re axivî.    Nazîmeyê behsa wate û girîngiya zimanê kurdî kir û wiha dirêjî dayê: “Divê giraniyê bidin perwerda zimanê kurdî. Ez li vir mamostetiyê dikim. Bi armanca ziman bê axaftin û bê fêrkirin vî karî dikim. Ji ber mamosteyên jin tune ne. Ez dixwazim herkes bê zimanê xwe fêr bibe. Li ser ziman asîmîlasyon û polîtîka tunekirinê heye. Divê Gelê Kurd ziman navê plana dawî. Bi zimanên xwe re baş eleqeder nabin. Sedema vekirina TRT6 jî ev e ku Gelê Kurd ji xwe re kanalek alternatîf venekin.”   'Armanc jibîrkirina zimane'   Nazîmeyê destnîşan kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê bandorek mezin li ser ziman dike û wiha bi lêv kir: “Asîmîlasyon û tunehesibandin bandorek mezin li ser jiyanê dike. Em bi kesên malbatê re ji bo wergervaniyê diçin nexweşxanê. Ev zextek pir giran e. Berê mufetîş hat pola min got tenê tirkî fêrî zarokan bike. Got divê tirkî fêr bikin û kurdî jibîr bikin. Armanca wan asîmîlasyonek giran e. Ji me dixwazin ku em ziman û çanda xwe jibîr bikin.”   ‘Divê li taxan kursên zimanê kurdî bên vekirin’   Nazîmeyê destnîşan kir ku divê li dijî asîmîlasyon û qirkirinê her kes li qadan bin û li taxan kursên zimanê kurdî bên vekirin û wiha pê de çû: “Armanca wan diyare. Dixwazin zimanê kurdî tune bibe.  Dixwazin bi qirkirina ziman civakê qir bikin. Ji ber dizanin ziman nasname û çande. Ziman xwebûne. Ziman hem nasname û hem jî dîroke.”   ‘Jin zana ye’   Nazîmeyê wiha dawî lê anî: “Di qada perwerdê de hebûna jinan pir girîng e. Cihê jinê di zimanê dayikê de gelek girîng e. Perwerda bi zimanê dayikê girîng e divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Divê jin, zarok, mêr û her kes xwedî li ziman derkevin.”