Li Amedê 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin 2022-10-29 08:33:19     AMED - Di 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de lîstikên bi navê “Kûçikê Stalîn” û “Jiyan Ji Te Pir Hezdikim” hatin lîstin.   8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku bi dirûşmeya “Va Cûdî û va ye ev ax” di 20’ê cotmehê de dest pê kir û dê di 30’ê cotmehê de biqede, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê ya li Semta Dîclekentê ya navçeya Peyasê ya Amedê berdewam dike. Di roja 9’emîn a mîhrîcanê de lîstikên bi navê “Kûçikê Stalîn” ku Zinar Ataman û Hayat Senî Çok Seviyorum (Jiyan Ji Te Pir Hezdikim) ya Helbestvan Îlhan Samî Çomak ku 28 sal in di girtîgehê de ye, duh bi şev hatin lîstin. Her du lîstik, rastî eleqeyeke mezin hatin.    Piştî ku lîstik bi dawî bû lîstikvanê Şanoya Bajêr a Amedê Ozcan Ateş malavayiya Sahneya Modayê kir û di kesayeta Îlhan Samî Çomak de ji hemû girtiyên siyasî re silav hatin şandin. Plaketa ku Şanoya Bajêr a Amed ji bo lîstikvanan amade kiribû ji aliyê xwîşka Îlhan Samî Çomak, Reyhan Çomak ve hat dayîn.    Bernameya îro wiha ye:    *Sahneya Modayê - Jiyan Ji Te Pir Hezdikim (15.00)   *Teatra Jiyana Nû – Lîstik (20.30)