Şanogeran di mihrîcanê de bal kişandin ser pirsgirêkên civakî 2022-10-26 08:25:59     AMED - 8’emîn Mihrîcana Şanoyê ku ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve hatibû destpêkirin bi hemû coş û kelecana xwe didome. Lîstika bi navê “Banga Dawî” ku duh hat pêşkeşkirin de şanogeran bal kişandin ser pirsgirêkên qeyranên siyasî, aborî, çandî û ekolojîk.   8’emîn Mihrîcana Şanoyê ku ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve bi dirûşma “Va Cûdî û va ye ev ax” hatibû destpêkirin di roja xwe ya 6’emîn de domiya. Mihrîcan bi rojan in bi tevlîbûna gelek kesan bi hemû coş û kelecana xwe didome. Duh jî lîstika bi navê “Banga Dawî” ji aliyê Şanoya BGTS’ê ve hat nîşandan.     Bal kişand ser pirsgirêkên civakî   Di lîstika ku hat nîşandan de lîstikvan bal kişand ser pirsgirêkên qeyranên siyasî, aborî, çandî û ekolojîk û gelek peyam jî da temaşevanan. Her wiha temaşevanan bi coşek mezin lîstik temaşe kirin. Piştî lîstika ku hat lîstin, Şanoya Bajar a Amedê plaket da lîstikvanê şanoyê Îlker Yasîn Keskîn. Îlker jî spasiya hemû kesan kir û got: “Em şanoyek polîtîk dikin. Ji ber vê jî şanoya me jî herî baş gelê Amedê baş jê fêm dike.”   Mihrîcan dê bidome    Mihrîcan dê îro roja xwe ya 7’emîn de bidome. Îro dê lîstikên Ghotbedin Sadeghi – Semînera Giringiya Şano û Şanonameya Kurdi (12.30), BGST (Stenbol) - Son Çagrı (15.00) û Mek’an Sahne – Dansoz (20.30) bên nîşandan.