Li Şengalê mîhrîcana çand û hûnerê dewam dike 2022-10-21 13:48:43     NAVENDA NÛÇEYAN - 1'emîn Mîhrîcana çand û hunerê ya Şengalê bi dirûşma “Li hemberî fermanê çanda xwe biparêze” di roja duyemîn de bi bernameyên dewlemend dewam dike.   1'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şengalê bi dirûşmeya, “Li hemberî fermana çanda xwe biparêze” li çiyayê Şengalê dest pê kir. Ji ber ku civaka êzidî ji dîrokê û heta niha di aliyê olî de û him jî di aliyê çandî de yek ji xalên esas dûa kirine, mîhrîcan bi hilhatina rojê re li ser Çiyayê Çilmêre ku yek ji cihên herî bilinde bi dengê def û Şebêba, dûaya sibehê bi derketina rojê re duh dest pê kir. Ciwan, oldar û dengêbêjên Şengalê di serê sibehê de li ber Quba Çilmêra lihev kom bûn û dest bi dûayên xwe kirin.   Mîhrîcana ku di roja duyem de berdewam dike xwarinên Şengalê, cil û bergên kevnar yên Şengalê, tên nîşandan.    Her wiha di mîhrîcanê de pêşangehek wêneyan ya pakrewanan jî hatiye vekirin. Di mîhrîcanê de ne tenê berhemên çandî, bernameyek dewlemend ya mîhrîcanê heye û wê bê pêşkêş kirin.    Hunermend û dengbêjên li zozanên Helegezê heya Şengalê, wê tevlî mîhrîcanê bibin û bi dengê xwe yê resen reng bidin mîhrîcanê.   Ji danê siharê ve xelk ji tevahiya Şengalê bi cil û bergên xwe yên gelerî berê xwe dan qada mîhrîcanê.