8’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê dest pê kir 2022-10-21 08:49:04   AMED - 8’emîn Mîhrîcana Şanoya Amedê bi kelecaneke mezin ve dest pê kir. Mihrîcana ku hat despêkirin de balkişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî.   Şanoya Bajar a Amedê, bi dirûşmeya "Va Cûdî û va ye ev ax" mihrîcana xwe li dar xist. Mihrîcana ku 10 rojan dê bidome, bi tevlîbûna gelek kesan destpê kir. Beriya lîstoka "Hema Hema Jin Elîzabeth" lîstikvan Berfin Emektar axivî.    ‘Em li ser dîkê ne’   Berfîn, anî ziman ku ji bo ku ew di rojên reş û tarî de ligel hev bin, piştgiriyê bidin hev û li hemberî tarîtiyê çirûskên  ronahiyê pêxin, ew kelecana ku ew gotina xwe bi hev re biqîrin dijîn û got: “Bi wê baweriya ku gavekî din me nêzî heqîqeta civakî dike, em li vir in!  Em li ser dikê ne. Lewra ji bo me huner; wêrekiya vegotina hewlên tunekirina azadiya ramanê, nijadperestî, sansur, kuştinên jinan, êşkence, dizî, asîmîlasyon û êrişên hovane yên li dijî xwezayê ye. Dîrok ji xwe ji aliyekî ve têkoşîna di navbera kesên ku li ser şopa heqîqetê ne û yên ku dixwazin heqîqetê di reştariyê de mehkûm bikin de ye. Ne wisa?”   ‘Çiyayê Cûdî bi pelên xwe serkeftinê biqîre’   Berfîn, da zanîn ku di tevahiya dîrokê de, berdêla şopandina heqîqetê her giran bûye û wiha domand: “Lê berdêla wê çi dibe bila bibe, ji bo jiyaneke nû, em li ser dikê ne. Ji bo ku em di nava êşa ku şer, mêtingerî, bêdadî û qirkirina çandî afirandine de têk neçin, em ê bibêjin ku tarîtiya vê serdemê ne çîrok e. Em ji bo vê yekê li ser dikê ne. Ji bo ku em serpêhatiya xwe ji nifşekî derbasî nifşeke din bikin, di guhê wan de bibêjin û carinan jî biqîrin em li ser dikê ne. Heta ku em careke din strana xwezaya ku hatî talankirin bibihîzin, heta ku tevahiya rehên di binê axê de veşarî yên darên ku li daristanên hatine şewitandin careke din şîn nebin, heta ku Çiyayê Cûdî bi pelên xwe yên şînbûyî serkeftina xwe biqîre, em li ser dikê ne! Heta ku qîrîna azadiya jinê li tevahiya cîhanê û bi taybetî jî di van demên dawî de li Îranê, hişmendiya mêrsalar serobino bike, em li ser dikê ne. Ji bo ku em bigihîjin heqîqetê, em ê li ser van dikan wêneyê zilmê û tarîtiyê xêz bikin. Lewra rastî her û her li cihekî li van deran e.”   Bal kişandin ser bikaranîna çekên kîmyewî   Berfîn, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo Cûdî li ser dikê ne! Em ji bo Mahsa Amînî li ser dikê ne! Em ji bo karkerên madenan li ser dikê ne! Em li hemberî kesên ku bi çekên kîmyewî sûcên şer pêk tînin li ser dikê ne! Em li hemberî tecrîd û zilma di girtîgehan de li ser dikê ne! Em ji bo çand û hunera xwe li ser dikê ne! Em ji bo zimanê xwe li ser dikê ne! Em li ser dikê ne û li vir in. Zimanê me li vir e, hunera me li vir e, gelê me li vir e, darên me li vir in û rehên me li vir in. Wek ku helbestvan Arjen Arî jî gotîye: ‘Va ye Cûdî û va ye ev ax’”   Lîstok rastî eleqeyk mezin hat   Piştî daxuyanî yê lîstika bi navê “Hema Hema Jin Elîzabeth”  ku Darîo Fo nivîsandî û Dîlawer Zeraq jî werger kurdî kiriye, hat pêşkêş kirin. Di dema nîşandana lîstokê de temaşevanan demên xweş jiyan. Piştî lîstikê bername bi çepikan bi dawî bû. Mihrîcan sibê dê roja xwe ya duyem de destpê bike.   Bernameya îro jî wiha ye:   * 21 cotmeh: Kumpanyamed - Tayo, Datdat ve Önceki Bazı Hayatlar (15.00)   * 21 cotmeh: Ban Theather (Almanya-Hamburg) ve Antract Theather (Belçika) - Qesra Balindeyên Xemgîn (20.30)