'Em di bin êrişan de mîhrîcan û hunera xwe didomînin' 2022-10-15 09:03:47   Yara Kendeş   KOBANÊ - Têkildarî Mîhrîcana Arîn Mîrkan a ku her sal li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê lidarxistin jinan nêrînên xwe anîn ziman. Jinên beşdarî mîhrîcanê bûn gotin:"Her roj êrîş hene, ji ber vê hinek hevalên me nikaribûn beşdarî mîhrîcanê bibana. Ruxmî vê yekê jî em ê dîsa bi moralekî bilind ji bo gel şanoya xwe pêşkêş bikin. Em di bin êrişan de mîhrîcan û hunera xwe didomînin."   Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Arîn bisk û zilfên aştiyê ye" bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya Baqî Xido li Kantona Kobanê bi alîkariya Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê ya Demokratîk, salane di dîroka 5'ê Cotmehê de di salvegera şehadeta Arîn Mîrkan de mîhrîcana Arîn Mîrkan dest pê dike. Li ser navê Arîn Mîrkan mîhrîcaneke şanoyî tê lidarxistin. Mîhrîcan li Qamişlo, Hesekê, Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê tê bibîranîn. Îsal jî di 5'ê Cotmehê de Mîhrîcana Arîn Mîrkan hat lidarxistin. Têkildarî vê mijarê Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido Mehbona Botan ku ew jî di nava lîstika şanoyê de cih digire, ji Herêma Efrînê Zeyneb Mehmod ku beşdarî mîhrîcanê bûye û Şanogera Bajarê Rimêlanê Rûken Reşan Omer a beşdarî mîhrîcanê bûye ji ajansa me re nêrînên xwe parve kirin.    'Piştî koçberiyê jî me karê xwe kir'   Zeynebê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew 11 sal in di xebatên şanogeriyê de cih digire û wiha pê de çû: "Ev bû 11 sal in ez xebatên şanogeriyê dikim, ev cara min a yekem e ku ez beşdarî Mîhrîcana Arîn Mîrkan a şanoyê dibim. Jixwe em weke Komeke Afrîner, di roja yekem de tevlî şanoyê bûn. Bi rastî jî ev ji bo me şansek e. Me wekî afirînerên Hêviyê û Şanogerên Şevê, mîhrîcanên xwe li herêmên xwe çêdikirin. Lê her kes dizane, piştî koçberbûnê ev rewşa ku em tê re derbas bûn zehmet bû lê dîsa me karê xwe kir. Dîsa jî me mîhrîcana xwe berdewam dikir û me her tim bi rengekî nû û cuda xwe dida pêş. Li herêmên Şehbayê me di kampan de mîhrîcana xwe li dar dixistin, ji ber vê jî ji bo me bû derfeteke baş û mezin ku em di mîhrîcana Arîn Mîrkan de jî rengê xwe derxînin."   'Em di bin êrişan de mîhrîcan û hunera xwe didomînin'   Zeynebê di nava axaftina xwe de anî ziman ku di vê mîhrîcanê de tevahî şanogerên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûn, rol û mîsyona xwe tê de lîstin û wiha got: "Em gelekî dilşad bûne, dema ku me dît ji Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Rimêlanê û ji herêma Efrînê, şanoger beşdarî vê mîhrîcanê bûn. Ya herî girîng jî beşdariya me ya vê mîhrîcanê ya wekî jin bû. Ev ji bo me gaveke mezin bû. Bi rastî weke jin di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de me di her qadê de rola xwe lîst. Çawa ku jin di qada siyasî, rewşenbîrî, çand, hûnerî, leşkerî û hwd. de rola xwe lîst, di heman demê de rola xwe di şano û mîhrîcanê de jî lîstiye. Em jî weke humermend, weke şanoger, stranbêj xebatê dikin. Her wiha em weke Grûpa Şanogeran a Herêma Efrînê, beşdarî vê mîhîrcanê bûn, em weke du grûpan tevlî bûn lê mixabin jixwe rewşa herêma me li ber çavan e. Her roj êrîş hene, ji ber vê hinek hevalên me nikaribûn beşdarî mîhrîcanê bibana. Ruxmî vê yekê jî em ê dîsa bi moralekî bilind ji bo gel şanoya xwe pêşkêş bikin. Em di bin êrişan de mîhrîcan û hunera xwe didomînin."   'Di her şanoyê de em reng, deng û têkoşîna xwe didin peş'   Zeynebê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê di şanoyên xwe de hest, êş û têkoşîna gel bînin ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê weke şanoger bi şanoya xwe gelek peyaman ji gel re nîşan bidin. Her wiha şanoya me bi navê 'Biborîn Mem û Zîn' e. Em sê kes tê de dilîzin. Nameya şanoya me jî Mem û Zîn e jixwe, lê bi xwe name li ser yekbûyina partiyan û neyekbûyina partiyan e. Her wiha hemû tiştên ku tê de çêdibin. Di her şanoyê de em reng, deng û têkoşîna xwe didin peş."   'Me demeke dirêj amadekariyên mîhrîcanê kirin'   Endama Çand û Hunerê ya Baqî Xido Mehbona Botan da zanîn ku ew bi mîhrîcaneke wiha serbilind û kêfxweş in û wiha lê zêde kir:"Ez weke jineke Kurd li Kantona Kobanê, bi destpêkirina vê mîhrîcanê gelekî kêfxweş û serbilind im. Ev sala dûyemîn e ku mîhrîcan li Kantona Kobanê tê lidarxistin. Bi rastî jî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarbûn çêbûye. Ev yek bi xwe cihê serkeftinê ye. Di heman demê de em dizanin di salvegera Şehadeta Arîn Mîrkan de vê mîhrîcanê bi kelecanekê dest pê kir. Me demeke pir dirêj dest bi amedekariyan kiribû. Her wiha me gelek plansazî û proje ji bo mîhrîcanê çêkirin. Helbet hinek kêmasî û pirsgirêk hebûn. Lê ruxmî wê jî em bi temamî amede bûn û me bi moralekî bilind tevgera xwe bi rêxistin kir."   'Di şanoyê de jin di her aliyan de xwe dide pêş'   Mehbobayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jin di şanoyê de tiştên windayî, veşartî derdixe û wateya jiyanê dide û wiha pêde çû: "Di şanoyê de jin di her aliyan de xwe dide pêş, hewldanên xwe, êşên xwe, keser, berxwedan, têkoşîn û hemû hestên xwe di şanoyê de bi dilekî zelal derdixe û hewl dide. Ji ber vê jî jin bi rengekî cuda xwe di şanoyê de pênase dike. Têkoşîna Arîn Mîrkan û berxwedana wê ya bêhempa jî di nava van hest û hewldanan de tê xuyakirin. Ji ber vê yekê her tim jin di hebûna xwe de rengekî xwezayî dide tiştan. Em hêvî dikin mîhrîcanên me yên demên pêş de hîn baştir û xurtir be."   'Ev mîhrîcan di warê bibîranîna Arîn Mîrkan de, gelekî bi wate ye'   Şanogera Bajarê Rimêlanê Rûken Reşan Omer bi lêv kir ku ew weke jineke Kurd ji Rimêlanê hatiye ji bo ku tevlî mîhrîcanê bibe û rengê xwe di vê mîhrîcanê de nîşan bide û wiha pê de çû: "Ez weke jineke Kurd ji Herêma Cizîrê hatim û beşdarî mîhrîcana 'Arîn Bisk û Zilfên Aştiyê ye' bûm. Ev mîhrîcan di warê bibîranîna leheng Arîn Mîrkan de, bi rastî gelekî bi wate ye. Ji bo kesayeta min ev cara yekem e ez beşdarî mîhrîcanê dibim. Rastî jî hestekî pir xweş hatiye min. Ez nizam çawa wî hestî bînim ser ziman. Yanî ez weke jin tevlî mîhrîcanê bibim û rola xwe tê de bilîzim, bi rastî ji bo min wateyeke pir mezin e."   'Jin dikare hîn bêtir rengê xwe di şanoyê de derxe pêş'   Rûkenê di nava axaftina xwe de diyar kir ku wê weke lîstikvan cihê xwe di mîhrîcanê de girtiye û wiha got:"Ez dema li ser sehneyê sekinîm hestekî pir cuda û xweş bû. Mirov nikare vîn û hêza jinê ya dema ku karekî bi ser dixe şîrove bike. Ji ber vê yekê moralê min gelekî bilind e, kêfxweşiya min di şanoya min de berfireh e. Bi şanoyê kesayeta min derket pêş, hest û ramanên min ên evqas sal in da diyarkirin. Jixwe şano ji bo min qadeke sereke ye, yanî kesayeta min diyar dike. Ez dixwazim ji hemû jinên cîhanê re bêjim û bi taybet jinên Kurd, jin dikare hîn bêtir rengê xwe di şanoyê de derxe pêş."   'Ji bo avakirina kesayeta jinê şano bingeheke baş e'   Rûkenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku jin di ravekirina êş, berxwedan, têkoşînê de xwedî roleke mezin e û wiha dawî lê anî: "Ez ji hemû jinan daxwaz dikim, werin di qada şanoyê de rengê xwe bidin der. Her wiha şano baweriyê dide mirovan û kesayeta mirovan xurt dike. Bi rastî ji bo avakirina kesayeta jinê şano bingeheke baş e."