Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê destpê kir 2022-10-14 12:03:51     NAVENDA NÛÇEYAN - 12'yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê bi nîşandana fîlmê "Nachbarn" ê li ser Rojava destpê kir.    Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê ya 12'yemîn ku sînamegerên kurd ji çar aliyên cîhanê tevlî dibin, dest pê kir. Mîhrîcan îsal giraniyê dide ser Rojava. Di çarçoveya mîhrîcanê de duh fîlmê 'Nachbarn' li sînemaya Babylonê hate nîşandan û tevî kurdistaniyan gelek elman jî temaşe kirin. Derhênerê fîlm Mano Khalîl piştî nîşandana fîlm bersiv da pirsên temaşevanan. Mano spasiya temaşevanan kir ji ber eleqeya wan a ji bo fîlm.   Fîlmê ku qala xaka Kurdistanê dike ya ji aliyê çar dewletan ve hatiye dagirkirin, giraniyê dide ser Rojava. Rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibêje.    Di mîhrîcanê de de ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Mahsa Amînî, wêneyekî mezin a Jînayê hate daliqandin.   Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Berlînê wê heta 19'ê cotmehê dewam bike.