Ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal ve pêşangeha Şahmeran hat vekirin 2022-10-12 13:32:33   SILÊMANÎ - Yekem car Pêşangeha Şahmeran ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal li bajarê Silêmaniyê hate vekirin.   Pêşangeha Şahmeran ji aliyê hunermend Naz Elî Ewal li bajarê Silêmaniyê hate vekirin. Pêşangeh bi navê ‘Şahmeran li baxê Sewan’ sêyem pêşangeha taybet ya hunermend Naz Elî ye û cara yekem e ku li bajarê Silêmaniyê tê vekirin. Pêşangeha ku tê de 30 tablo hatin pêşandan, bi qasî bedewiya xwezaya Kurdistanê balê dikşîne ser êrişên li ser xwezaya Kurdistanê tê meşandin.   Hunermend Naz Elî der barê navê pêşangehê de wiha got: “Şahmaran bi xwe navekî Kurdî yê resen e, xwedawenda jin û zanistiyê ye, netewa Kurd di kevin de baweriya xwe pê dianîn, ji bo pîroziyê li her malekê wêneyê wê daliqandî bû. Min weke nîşane kar li ser nekir, min xwest wateya li pişt Şahmeran nîşan daye ku çi li Kurdan kiriye ku baweriya wan pê hebû û weke daristanên bihûştê lê hatiye, dema ku dayika Heva sêvek ceriband û bi pirsyaran jiyan ber bi pêş ve diçe nîşan bidim.”   Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê pêşangeha Şahmeran dû heftiyan rojane ji saet 10’ê siharê heta 4’ê êvarê ji hûnerparêzan vekirî be.