3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê li Wanê destpê dike 2022-09-17 09:10:44     Zelal Tunç WAN - Di 23’yê îlonê de bi dirûşma "Ew roj wê hilê, ew bihar wê bê" 3’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya ku 8 rojan bidome wê dest pê bike. Lîstikvan û xebatkara ŞanoWan Perînaz Delazy der barê mîrhrîcanê de axivî û got: “Bi listikên xwe tevî her tiştî em hêviyê didin. Ez hemû gelê Wanê vexwendiyê mîhrîcanê dikim.”   Li Wanê ŞanoWan bi dirûşma "Ew roj wê hilê ew bihar wê bê" di navbera 23-30’ê îlonê de sê 3’emîn Mîhrîcana Şanoyê pêk bê.  Li sahneya ŞanoWan ya li Perîhan AVM ya li navçeya Îpekyolu ya Wanê wê 8 rojan mîhrîcan berdewam bike. Amadekariyên mîhrîcanê li bajêr didomin. Lîstikên wekê ‘Jiyan ez ji te hez dikim’, ‘Tenê ez’, ‘Serbaz’, ‘Tu ne garayî’, ‘Buka Lekî’, ‘Jinek şiyar dibe’, ‘Pirimis’, Henek henek’, ‘Dek û Dolabên scapen’ wê bên lîstin.   Lîstikvan û xebatkara ŞanoWan Perînaz Delazy der barê armanca mîhrîcanê de axivî.   Perînazê da zanîn ku du roj berê afîş hatine daliqandin û eleqeyek mezin tê nîşandan û got: “Armanca me li hemû bajaran şanoya kurd bê lîstin û pêşketin. Em dixwazin ku temaşevan bi cil û bergên gelerî tevli vekirina mîhrîcanê bibin. Armanca me jiyankirina çanda kurd e.”   ‘Em hêviyê didin’   Perînazê balkişan ser mîhrîcana ku bi dirûşma "Ew roj wê hilê ew bihar wê bê" û got: “Mîhrîcan hêviyê dide. Dirûşma me dibêje ku çi dibe bila bibe wê bihar bê. Me li Wanê berê bi Şano Mencel xwe digihand girseya xwe. Lê niha me navê xwe wek ŞanoWan guhert. Em sahaneya xwe dîsa dertên pêşberî we. Ji ber pandemî û ji ber demeke li Wanê şano nayê kirin me mîhrîcan pêk anî. Em ya sêyem niha pêk tînin."   Perînazê daxuyakirin ku wê bi berhema ‘Jiyan ez ji te hez dikim’ ya nivîskar Samî Çomak yê 28 sale girtiye vekirina xwe pêk bînin û bi lêv kir ku armanca wan ev  e ku balê bikşînin ser şertên girtîgehê û berhema bi nirx a nivîskar Samî Çomak.    Em jinan dipên   Perînazê dawiya axaftina xwe de balkişand ser lîstika bi navê ‘Jinek şiyar dibe’ û got di şonoyê de jiyana jinek xurt ya têkoşînek mezin li dijî zor û zehmetiyan dide, tê vegotin û bang li hemû jinan kir bi taybet ew jinan dipên şanoyê.    Perînazê bernameya mîhrîcanê wiha rêz kir:    “*23’yê îlonê roja înê saet di 20.00’an de ‘Jiyan ez ji te hez dikim’   *24’ê îlonê roja şemiyê saet di 15.00’an de ‘Jiyan ez ji te hez dikim’   *24’ê îlonê roja şemiyê saet di 20.00’an de ‘Serbaz’    *25’ê îlonê roja yekşemê saet di 15.00’an de ‘Jinek şiyar dibe’   *25’ê îlonê roja yekşemê saet di 20.00’an de ‘Pirimis’      *26’ê îlonê roja duşemê saet di 15.00’an de ‘Tu ne Gara yi’    *26’ê îlonê roja duşemê saet di 20.00’an de ‘Buka leki’    *27’ê îlonê roja seşeme saet di 15.00’an de Hinek Henek    *27’ê îlonê roja sêşemê saet di 20.00’an de Hinek Henek    *28’ê îlonê roja çarşemê saet di 15.00’an de Hinek Henek    *28’ê îlonê roja çarşemê saet di 20.00’an de ‘Dek u dolaben Scapen’    *29’ê îlonê roja şemiyê saet di 20.00’an de ‘Tenê ez’   *30’yê îlonê roja înê saet 20.00’an de ‘Hay lo disa tevli hev bû’.”