Konsera Xecê hat îptalkirin 2022-09-11 10:08:00     ŞIRNEX - Konsera ku dê Hunermend Xecê li Zanîngeha Şirnexê bida ji aliyê rektoriya zanîngehê ve hat îptalkirin.   Konsera xecê ku dê li Zanîngeha Şirnexê di 4'ê cotmehê de bida ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve bêyî ku hincet bê nîşandan hat îptalkirin. Xecê îptalkirina konsera xwe ji ser medya dijîtal ragihand.